05:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Yemen-Erebistana Siûdî

    Erebistana Siûdî li dijî Îranê şerê wekaletê dimeşîne

    © AP Photo/ Hasan Jamali
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Eger DYA bixwaze ku li Rojhilata Navîn aştî û aramî hebe, dikare bandorê li Erebistana Siûdî bike, ku bi Îranê re komprîmîsan peyda bike

    Serokê Rêxistina bergirîya Civakî ya Îranê Gulam Riza Celalî di nav vê heftîyê de ragihand, ku Erebistana Siûdî bi kirîna çek û teknîka leşkerî ya bi baresteyên mezin ji bo herêmê dibe tehdîdeke potansîyel. General Riza Celalî got ku ``Di wan salên dawîyê de baresteya çek û teknîkên leşkerî yên ji alîyê Erebistana Siûdî ve hatinî kirîn, qasê ya Çînê ye. Ew rewş wî welatî ji pêşbazê herêmî vedigerîne tehdîdeke potansîyel û ji bo pêşîlêgirtina şerê wekaletê pêwistî bi tedbîrên nû heye``.

    Fermandarê îranî her weha destnîşan kir, ku di 4 aresteyan de di navbera Îran û Erebistana Siûdî de nakokîyên gelek cidî hene: nakokîyên olî-îdeolojîk, tehdîda li ser ewlekarîyê, arasteya aborî û êrişên sîber.
      Nankokîyên di navbera Îran û Erebistana Siûdîyê bi rastî jî ewqas cidî ne ku vegerine şereke mezin li herêmê? Sîyasetzanê îranî, eksperê problemên Rojhilata Navîn Seyîd Hadî Afgahî ji peyamnêra Spûtnîk Persîanê Marîna el-Şalan re bersîva vê pirsê da:

    Yemen opêrasyona hêzên hewayî
    © AP Photo/ Hani Mohammed

    “Kesê ku berî hemûyan behsa tehdîdên cidî yên li hember Îranê kir, lîderê me yê ruhanî Alî Hamaney bû. Hamaney got ku hinek lîderên dewletên herêmê bi DYA`yê re dixwazin li dijî Îranê şerekê bidine destpêkirin. General Celalî jî di daxuyanîya xwe de ew tehdîda li ser Îranê ya ji zû de hatî amadekirin bi bîr anî. Erebistana Siûdîyê hevalbenda DYA`yê ye û dixwaze li dijî Îranê şer bide destpêkirin. Ew yek çiqas pêkan e? Erebistana Siûdî alîkarîyeke cidî dide rêxistinên terorîst ên wek El-Qaîde, Talîban, DAÎŞ, û Cephet en-Nusrayê. Plana wan ew e, ku wan rêxistinan li nêzê sînorên Îranê bikin, û bi tevgerên xwe yên terorîstî ve leşkerîya Îranê provoke bikin û bi wî awayî Îranê kaşî di nav konflîkta herêmî bikin. Em wê yekê li Îranê wek `şerê bi wekalet`` bi nav dikin. Şereke bi wî awayî li dijî Îranê êdî destpê kirî ye. Niha Îran di nav `çembera agir` de maye. Li Afganistanê tevgerên leşkerî, li Pakîstanê pêvçûnên bênevber, li Iraqê pêşdeçûna DAÎŞ`ê, li başûrê Kendava Farisîyê gemîyên leşkerî yên DYA, Brîtanya û Fransayê manevrayan pêk tînin û bi wî awayî hewl didin ku Îranê bitirsînin”.

    DYA dixwaze bi destên bîyanîyan bandora xwe ya li herêma Rojhilata Navîn bide xurtkirin. Erebistana Siûdî jî alîkarîya wê dike. Şerên dawîyê yên li Iraq û Afganistanê li ser Rojavayê gelek giran runişt. Bi sedan milyaran dolar hatin xerckirin û gelek zêde leşker hatin windakirin. Ji ber wê yekê Barak Obama ragihand, ku DYA êdî naxwaze têkil konflîktên li Rojhilata Navîn bibe û leşkerên xwe ber bi wê herêmê ve naşîne. Ji bo wan varyanta herî baş meşandina şerê bi wekalet e. Erebistana Siûdî jî di wî şerê bi wekalet de roleke giring dilîze. Seyîd Hadî Afgahî wisa berdewam dike:

    “Erebistana Sûîdî yek ji elementa sereke ya şerê bi wekalet a DYA`yê ya li herêmê ye. Li gor nêrîna min, Erebistana Siûdî bi Îranê re şereke rasterast nameşîne. Bersîva wê pirsê jî gelek zor e, eger Erebistana Siûdî DAÎŞ û komên din ên terorîst ber bi sînor û hindurê Îranê ve bişîne, Îran dikare li dijî Erebistana Siûdî şer bide destpêkirin yan na? Lê, Îran welateke wisa ye, ku ji bo parastina berjewendîyên xwe yên neteweyî û ewlekarîya xwe dikare her cureyê bergirîyê bike. Îran her weha wê alîkarîya Iraq, Sûrîye û Lubnanê bike, ku wan dewletan ji terorîztan biparêze. Lê, dikarim bibêjim ku di navbera Îran û Erebistana Siûdî de şereke rasterast dernakeve”.

    Seyîd Hadî Afgahî dibêje, ku başbûna têkilîyên du lîstikvanên sereke yên herêmê dikare aramî û aştîya li herêmê dabîn bike. Lê, ew yek gereke daxwazeke hevbeş be. Eksper destnîşan dike, ku eger DYA nêzîkbûna Îran û Erebistana Siûdîyê ji berjewendîyên xwe re sûdmend bibîne, dikare wê yekê dabîn bike.

    “Gelek çavdêrên sîyasî û eksper destnîşan dikin, ku ji bo jiholêrakirina konflîktên li herêmê, gereke du lîstikvanên sereke yên herêmê, ango Îran û Erebistana Siûdî li hev bikin. Eger di navbera herdu welatan de konsensus bête dabînkirin, wê gelek problemên herêmê yên giring bêne çareserkirin. Lê, mixabin Erebistana Siûdî li dewsa sistkirina rageşîyan, rîya gurkirinê hilbijart. Erebistana Siûdî bêy DYA`yê nikare biryarên sîyasî bide. Ew bi DYA û gelek welatên din ên Rojavayê ve girêdayî ye. Eger DYA bixwaze ku li Rojhilata Navîn aştî û aramî hebe, dikare bandorê li Erebistana Siûdî bike, ku bi Îranê re komprîmîsan peyda bike”.

    Bi heman mijarî:

    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Erebistana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de