12:37 25 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Tirkiyê

    Dîplomatê Tirk bo Rûdawê: Tifaqa Amerîka û YPGê ne li dijî Tirkiyê ye

    © AFP 2017/ Ozan Kose
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Balyozê berê yê Tirkiyê li Spanyayê, Akin Ozer diyar kir ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dixwaze her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bike yek.

    Ozer her wiha got, hevkariya Amerîka û YPGê ne li dijî Tirkiyê ye.

    Balyozê berê yê Tirkiyê li Madrîdê, Akin Ozer ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber DAIŞ êrişî kurdên Sûriyê dike, Amerîka di şerê DAIŞê de bêtir pişta xwe bi wan ve girêdide, lewma bi YPG û PYDê re hevkariyê dike.

    Akin Ozer anî ziman ku di meyaya amerîkî de jî tê gotin ku tenê hêzên PKK û YPGê dikarin li Sûriyê şerê DAIŞê bikin.

    Li gorî wî dîplomatê berê yê Tirkiyê, tifaqa navbera YPG û Amerîkayê ne li dijî Tirkiyê ye, lê divê Tirkiye pêşhat û bûyerên wê derê bi rijdî bişopîne.

    Balyozê berê yê Tirkiyê destnîşan kir ku qesta PYDê tenê şikandine DAIŞê nîne, çimkî ew dixwazin her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bikin yek û li wir rêveberiya xweser ava bikin.

    Akin Ozer sala 1952ê li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye. Beşa zanistên siyasî ya Zanîngeha Enqerê xwendiye. Ji sala 1991ê heta 95ê balyozê Tirkiyê li Madrîdê bû.

    Bi heman mijarî:

    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    Tirkiyê koalîsyon Texmîn
    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de