12:13 25 Mijdar 2017
Zindî
    Bûyerên Sînayê

    DAÎŞ li Misirê mezin dibe

    © AP Photo/ Ahmed Abd El Latif
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    DAÎŞ berfirehkirina hola `serwerî`ya xwe berdewam dike`` û êrişa doh wek pêngava nû ya sazkirina xîlafeta li tewaya cîhanê ye

    Kombesta Dewletên Ereb îro civîna awarte ya li ser asta nûnerên herdem ya li ser êrişa DAÎŞ`ê ya li parêzgeha Sîneya Bakûr ya Misirê li dar dixe. Hêjayê bi bîranînîye, ku di encamê êrişa terorîstên DAÎŞ`ê de li dora 70 kesan jîyana xwe ji dest dan, ku piranîya wan leşker bûn. Êrişa terorîstan di salvegera îlankirina xelîfetê de hate pêkanîn, ku serokê DAÎŞ`ê bi gotinên ``Ji Kavkazê heta Awistralyayê`` ragihandibû.

    Li parêzgeha Sînaya Bakûr di heman demê de êrişa li ser 15 qereqolan desthilata Misirê şok kir. Bi wê êrişê ve dîyar bû, ku DAÎŞ`ê li Rojhilata Navîn ji xwe re armanceke nû kifş kirî ye. Heta niha DAÎŞ`ê çalakîyên xwe bi destê ``Ensar Beyt el-Makdîs`` pêk dianîn, ku girêdayîbûna xwe ya ji bo Ebûbekir el-Bexdadî ragihandibû. Lê, êdî çalakî di bin alaya DAÎŞ`ê de têne meşandin.

    Li dora 100 çeteyên DAÎŞ`ê êriş li qereqola hêzên hikûmî kirin. Di encamê de 70 kesan jîyana xwe ji dest dan, ku piranîya wan polîs û leşker bûn. Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî ya Misirê, hêzên ewlekarîyê bi sedan zêde terorîst tune kirin û gelek bombeyên li ser rîyan hatinî bi cihkirin, bêbandor kirine.

    Hikûmeta Misirê roja çarşemê bi beşdarîya endamên Civata Ewlekarîya Neteweyî civîneke awarte lidar xist. Hemû dahêreyên dewletê yên li Sînaya Bakûr di rejîma awarte de kar dikin. Desthilata Îsraîlîê jî ragihand, ku hemû derîyên kontrolê yên bi Misirê re dane girtin.

    Gurbûna rewşa li nîvgirava Sînayê li ser daxwaza Misirê îro di civîna awarte ya Kombesta Dewletên Ereb de tê gotûbêjkirin. Endamên kombestê wê piştgirîya xwe ya ji bo Misir û gelê wî welatî ya doza li dijî terorîzmê de ragihînin. Profesorê fakûlteya dîrok, polîtolojî û hiquqê ya Zanîngeha Humanîter a Dewletê ya Rûsyayê Grîgorîy Kosaç dibêje, ku ``DAÎŞ berfirehkirina hola `serwerî`ya xwe berdewam dike`` û êrişa doh wek ``pêngava nû ya sazkirina xîlafeta tewaya cîhanê`` bi nav kir.

    Wezîrê karên derve yê Filîstînî Rîyad el-Malîkî jî xeterîya berfirehbûna hola bandorê ya DAÎŞ`ê destnîşan kir. Li gor gotinên wî, DAÎŞ`ê li hember Hemas`ê jî şer îlan kirîye. Li gor nêrîna wezîr, rewşa di navbera sînorên Xezza û Misirê di bin kontrola Hemasê de ye.

    Bi heman mijarî:

    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Navenda dijî terorîstî ya HWS tedabîrên berevanî dijî `DAÎŞ`ê amadedike
    Îsraîl û tehdîda DAÎŞ`ê
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Amerîka zanyariyên derbarê binyada DAÎŞ wergirt
    Etîketan:
    DAÎŞ, Rojhilata Navîn, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de