21:17 24 Mijdar 2017
Zindî
    Şanda Îran û şanda 5+1

    Pêntagon direwe, kerwanê gotebêjan birêvediçe

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Amerîka gurkirna rewşa li derdora gotebêjên derbarê bernama atoma Îranê berdewam dike.

    Di daxuyaniya Pêntagonê ya derbarê Stratîjiya Leşkerî a Netewî ya Amerîkayê de tê gotin ku `bernama atoma Îranê hevalbendên Amerîkayê li herêmê û jiderveyî wê endişdardike. Îran sponseriya grûpên terorîstî li herêmê dike û li Sûriyê, Îraq, yemen û Libnanê çalakiyên zêde dike`. Ne diyare, çi girêdan dibe ku di navbera bernama atoma Îranê û beşdariya Îranê di têrorîzmê de hebe.

    Ji bilî wê, Tewanbarkirna Îranê bi sponseriya terorîzmê karekî bê weta ye. Mohrkirna rêkeftina giştî ya derbarê bernama atoma Îranê, tersî wê, wê alîkariyê bike ku  rewşa li Îraq, Sûriyê û Libnanê aram bibe. Nerînek wisa karmendê berê yê balyozxana Îranê li Libnanê Seyêd Hadî Afgahî di hevpeyvîna xwe bi payamnêra Sputnik Persian —Marina al-Şa`alan re nerînek wisa anî ziman:

    `Wezîrê karên derve yê Îranê Mohammed Cewad Zarif ragihand ku rêkeftina giştî wê zirartê li tu-welatekî cîranê Îranê neke. Tersî wê, Îran dema rêkeftina giştî ya derbarê bernama xwe ya atomê bidestxîne, wê destê dostaniyê bide cîranên xwe yên li Kendava Farsî, bi taybetî hevalbenda Amerîkayê-Erebistana Seûdiyê. Rêzdar wezîrê karên derve yê Îranê destnîşankir ku bi taybetî pir giring ku welatên herêmê bihevre, bi riya gotebêjên aştiyane, hemû problêmên xwe çareserbikin`.  (dawiya deng)

    Şirovekarê siyasî yê portalê îranî IranianPolicy.net Sajad Tayrî di hevpeyvîna xwe bi peyamnêrê Sputnik Persian Ivan Zaxarov re ragihand ku pêvajoya gotebêjan li Viyenayê xulekekê jî ne hatiye sekinandin. Nûnerên grûpa `şeşînê` û Îranê divê ji rojên ku ji mohrkirna belgenamê re mane, bi awakî maksîmal fêde bikin.

    Peyamnêr: Di nerîna we de, sedema dirêjkirna gotebêjan çiye?

    S. Tayrî: Di axaftina xwe ya berya çend heftiyan de min ev dirêjkirin texmîn kir. Derket ku ez rastim.
    Lê heger em li ser sedemên vê yekê biaxivin, em dikarin bêjin ku çend sedemên giring hene. Bêguman, divê rewşa li herêmê, ku di dema dawîn de  jiber çalakiyên DAÎŞê zehmetbûye, berçavbikin. Ev yek bandorê li pêvajoya gotebêjan jî dike, jiber gelek ji navbeynkarên bernama atoma Îranê şaşomaşo mane ka wê çawa rûberiya terorîzmê bikin.

    Sedema giring ya din ku hişt gotebêj bên dirêjkirin, ne amedekirna çend hûrgilyên rêkeftinên Lozanê ne. Bi taybetî pirsên derbarê derxistina ûrana zengînkirî ji Îranê, kontrola nûnerên Ajansa Navnetewî a Ênêrjiya Atomê  ji cihên atomê re û şêwê rakirna sizan ji ser Îranê, hîn ne hatine çareserkirin. Ji bilî wê, atmosfêra gotebêjan ne herdemî wekheve:  mirov nikare bêje ku di navbera nûnerên Îran û Amerîkayê de baweriyek tam heye.

    Giringe ku heftîk li ba navberan peydabûye jibo bêhna xwe vekin. Û em dibînin bê dîplomatên îranî çawa bi awakî jêhatî ev navberk bikaranîn: berêz Zarîf bimebeste jibo demek kurt serdana Tehranê bike daku çend şêwran bi serokê welêt û rêberê Rêxistina ênêrjiya atomê a Îranê berêz Salêhî re bike. Bêguman, nûnerên `şeşînê` jî wê qezencê ji vê navberkê bikin.

    Ev navberk jibo herdû aliyan başe. Jiber biryara sereke ya derbarê mohrkirna rêkeftinê hîn 2 Nîsanê hatibû stendin û ev merc divê bê şopandin. Îran pir libende rêkeftina giştî ya di navbera Rojava û Tehran de ye û hêviyên gelkî mezin jê dike. Ew wê bihêle ku ne tenê welat ji izolasyona aborî derkeve û soretekî siyasî nuh sazbike, lê wê bi awakî giring bandorê li jiyana civakî jî bike. Di heman demê de, rêkeftin îro jbo aştiya li Rojhilata Navîn jî pir giringe.

    Peyamnêr: Wek mirov têdighê, şansekî pir baş heye ku rêkeftin piştî heftîkê bê mohrkirin?

    S. Tayrî: di heftiya dawîn de mirova dikarîbû ji navberan bixwe bibhîze ku derbarê naveroka belgenamê 70-90 selef hatiye lihevkirin. Jiber vê yekê, ez ditirsim ku `şeşînê` û Îran mecbûrin vê belgenamê mohrbikin. Gelek hindik maye ku yek li bende bimîne.

    Wisa ye, gelek hindik maye, emê sebir bikin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Australiya û Îran wê zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de