02:33 17 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Tirkiyê koalîsyon Texmîn

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8820

    Erdogan ketiye xefkê de: varyantên bê xisar tune ne.

    Heger partî pêngava pêşîn jibo sazkirna hikumetek koalîsyon navêjin, dibe ku di rojên nêzîk de derbarê hilbijartinên nuh li Tirkiyê bê ragihandin. Kesayetiya serokê parlamentoyê ku gerek heta 1 Tîrmehê bê hilbijartin, wê bide xuyakirin bê ev hikumet wê çawa be. Rewşa leşkerî û siyasî li Sûriyê bandorek mezin li rewşa li parlamentoyê Tirkiyê dike.

    Şirovekirna siyasetmeder, eksperê di warê Rojhilata Navîn û problêma kurdî de Vadîm Makarenko.

    Erdogan vê carê ket xefka berbesta 10% de ku nahêle partiyên pir biçûk têkevin parlamentoyê de, jiber vê yekê, tev ku Partiya Dadmend û Geşepêdanê tenê 18 deng jê kêmin, ew neçare ku bi partiyên din re, ku di parlamentoyê de xwedî kursyên bêtir in, lihevbike.

    Berya bûyerên 25-27 Hezîranê li Kobanê, hemû varyantên koalîsyonê, bi taybetî derfeta hevalbendiya bi partiya kurdî HDP re  vekirî bûn. Ji aliyekî din ve, zêdebûna PDG di parlamentoyê de demek dirêj bi saya dengên kurdî bû û grûpa herî mezin ya parlamenterên kurd di nav rêzên PDG de bû. Lê bûyerên berya demekê ku li Kobanê rû dan û rola ne zelal ya ajansên saloxgêrî yên Tirkiyê di van bûyeran de vî varyantê koalîsyonê ne real dike. Bi taybetî piştî ragihandina Erdogan ya derbarê ku ew nahêle ku dewleta kurdî li bakurê Sûriyê bê damezrandin, tev ku Tirkiyê, jiber kîna ji Başar Asad, gelek kar kirye jî jibo Sûriyê jihevbikeve.

    Li gor gelek eksperan, jiber hestê netewperestî yê xurt, dibe ku PDG koalîsyonê bi Partiya netewperest (MHP) ya bi serokatiya Devlet Baxçalî re bike. Nêzîkbûna idyolojîk û faktorê kurdî herdû partiyan bi aliyên hev didehfînin. 

    Ev partî bi taybetî  acêzin jiber hêzên kurdî Girê Spî, ku li ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê ye, kontrolkirne.  Zehmetî jî hene ku van partiyan dûrî hev dikin, bi taybetî MHP doz dike jibo karên gendelî yên ku endamên Partiya dadmend û Geşepêdanê di wan de beşdarbûne, bên lêkolînkirin, lê bi her hal koalîsyona herdû partiyan-varyantekî mumkine.

    Xetera vê koalîsyonê di arasta netewperestî a zêde de ye û ev yek dikare bike ku problêma kurdî bê gurkirin, her wiha opozisyona çep jî wê di vê rewşê de bê deng nemîne.

    Li gorî eksperan, hevalbendiya bi partiya opozisyoner ya serke Partiya Gel û Komarê (CHP) re wê Tirkiyê ji krîzên siyasî biparêze. Bi taybetî ev partî li dû balansa niha ya hêzên siyasî sekinye. Helbet, koalîsyona pêre wê planên Erdogan tevdî têbibe. Tirkiyê wê bêtir li siyaseta xwe ya parseng û ewropî vegere, lê problêm ew e ku endamên partiya CHP pir serbixwe ne û dikarin piştgirtiya vê gerwerziya tûj nekin. Partiya CHP tenê dikare li ser asasê rêkeftinên zelal û eşkere hevalbendiyê bike û ev yek PDG pir sînordardike. CHP bikêmanî wê doza postê serokwezîr nbike.

    Gelek difikirin ku Erdogan amadeye rîskê bike û beşdarî hilbijartinên nuh bibe. Bi her hal, PDG dîsa nikare piraniya dengan wergire û dîsa arîşe divê li Parlamentoyê bê çareserkirin. Lê cara bê wê partiyên opozisyona rêkeftina koalîsyonê girêdin. Tev wisa jî, her varyant vekirî ne.

    Eksperê pêşeng yê Navenda lêkolînên Rojhilata navîn û Afrîqyayê ya binavê Moşê Dayan:

    Ez dibînim ku heger koalîsyon bi CHP re bê sazkirin jî wê pir zehmet be ku wê birêvebibe, wek niha li israylê, jiber ev partî pir ne wek hevin. CHP-partiya duyemîn li Tirkiyê ye, jiber vê yekê, heger ew biryarê bide jibo tevlî hikumetê bibe, ev yek wê jiyana Erdogan baş zehmet bike. Lê em binerin. Niha ev tenê pêşniyarî ye.

    Tev wisa jî, ez nizanim, gelo ji PDG başe ku hilbijartinan dubare bike, jiber heta niha rewşa PDG baştir ne bûye, lê her tim metirsî heye ku hîn dengan winda bikin, jiber vê yekê gotinên derbarê dubarekirna hilbijartinan- fen û fûtin. Ez dibînim ku baştire koalîsyona bi CHP re bê sazkirin, lê ev jî di pêşerojê de varyantê herî zehmet e.

    Sebaret bi HDP, ew xurtir bûye û niha 80 kursyên wê di parlamentoyê de hene. Ji aliyekî din ve, PKK hîn çek dananîye, jiber vê yekê fişara li ser Erdogan wê ji aliyên siyasî û leşkerî ve xurtir bibe. Dema tenê fişara leşkerî li ser dihat kirin, jêr siviktir bû ku piştgirya navnetewî wergire, jiber dikarîbû derbarê terorîzmê û gotinên mîna vê yekê biaxive.

    Niha ew bêtir nikare bi vî awayî tevgerê bike, jiber 80 parlamenterên kurd di parlamentoyê de ne.Ji herdû partiyan re tevger zehmet bûye. HDP beşdariya xwe di hikumetê de bi başkirna siyaseta lihimber Kurdistana sûriyê ve girêdide, lê ev başkirin ne xuyaye. Hemû tişt tersî vê yekê tê kirin. Erdogan niha radighîne ku ew wê hetanî hêza leşkerî bişîne Sûriyê jibo şer bike. Bi vî awayî, herdû partî helsetên xwe tund dikin.

    Rewş her diçe bêtir polarîzedibe û çareseriya problêman zehmettir dibe.Ji bilî wê, Erdogan hîn dev ji tiştên ku dixwaze bernedaye û bûyerên ku niha li ber sînorê Tirkiyê û sûriyê diqewimin vê yekê zehmettir dikin.

    Wek Ofra benjo, emê binerin, lê diyare ku hevalbendiya partiya kurdî HDP bi PDG re wê çênebe. Bi baştirîn rewş, pirsa kurdî wê rewşek daliqandî de bimîne, lê heger hêzên netewperest desthilatê wergirin, dibe ku rewş bêtir pîs bibe.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de