04:52 22 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Tirkiyê

    18 hezar leşkerên tirk bo `operasyona` li dijî Rojava amadene

    © AFP 2017/ Ozan Kose
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2910

    Artêşa Tirkiyê çaverêyî fermana Erdogan e daku derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bibe û operasyonekê bi dirêjiya 110 K.M û kurahiya 33 K.M li nava axa Rojava pêkbîne. Ew hêz wê `2` mehan li ser wê axê bimîne.

    Rojnameya (Yenî Şafak) di raporekê de îro, 28ê Hezîranê, belavkiriye ku `Ji bo ku PKK li Rojavayê Kurdistanê dewleteke defakto ya kurd ava neke, Enqere ketiye tevgerê, Artêşa Tirkiyê jî ji bo operasyonê 18 hezar leşker amadekirye.  

    Di raporê de tê gotin ku ` piştî DAIŞ ji Til Ebiyedê vekêşiya, gotegot belavbûn ku PYD ereb û tikmen bi zorê koçber kirine, li ser van gotegotan jî Enqereyê helwest wergirt. Piştî ku serfermandariya artêşa Tirkiyê ligel MÎTê û serokwezîr civîn pêkanî, biryar dan ku qelxanên parastinê li Rojavayê Kurdistanê ava bikin.

    Rojnameya nêzîk ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî  ragihand ku `MÎT wê planê wê operasyonê heta roja Îna bê (03.07.2015) amade bike.` Niha jî ew hêz çaverêyî fermana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ehmed Davutoglu ye.

    `Ew operasyon wê bi navê şerê li dijî DAIŞê be. Leşkerên Tikriyê jî wê bi dirêjahiya 110 K.M û kûrahiya 33 K.M” derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bibin.

    Her wiha, di raporê de tê gotin ku ` artêşa Tirkiyê  wê li dijî 46 rêxistinan li ser sînorê xwe bi Sûriyê re(di nav wan de YPG jî heye) tevgerê bike, zanyariyên temam jî li ser wan rêxistinan li berdest in.`

    Bo mebesta encamdana vê operasyona wê Tirkiye `daxwaza piştgiyê ji NATOyê bike û wê 2 mehan` li ser axa Rojavayê Kurdistanê bimîne.

    Mebesta Tirkiyê ji encamdana wê operasyonê ewe ku wek çawa Îsraîl sînorê xwe ligel Libnanê diparêze, ew jî wisa sînorê xwe ligel Sûryê biparêze. 

     

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    Sûrîye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de