04:59 28 Hezîran 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Gelo opozîsyon bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 86 0 0

    PDK îda dike ku eger serokatîya Mesûd Barzanî berdewam bike, serxwebûna Kurdistanê wê di bin garantîyê de be

    Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK) roja 23`yê Hezîranê daxwaz kir, ku runiştina parlamentoya Kurdistanê ya serastkirinên projeyasaya bi hilbijartinên serokatîya herêmê ve girêdayî bête lipaşxistin. Lê, serokê parlamentoyê Mûhammed Yusif ew daxwaz red kir û biryara lidarxistina runiştinê da. Piştî wê yekê parlamenerên PDK û û hinek parlamenterên ji partîyên din beşdarbûna wê rûniştinê red kirin. Di encamê de ji 111 parlamenteran 57 parlamenter di rûniştinê de beşdarî kirin û projeyasa hate pesendkirin. Anegorê wê projeyasayê, serokê herêma Kurdistanê gereke ji alîyê parlamentoyê ve bête hilbijartin.

    Tê gotin, ku li pişt krîza sîyasî ya li Kurdistanê Îran disekine. Îran li dijî serxwebûna Kurditanê ye. Ji bilî wê, Îran li dijî wê statûya Kurdistanê ye ya di dema rêvebirîya Barzanî de hatî bidestxistin. Serokê yekîneyên ``El-Quds``ê, Qasim Suleymanî demek berî niha yekser ragihand, ku gereke Mesûd Barzanî ji serokatîyê bête bidûrxistin. Balkêş e, ku di runiştina parlamentoya Kurdistanê de hinek parlamenterên PDK û yên partîyên din beşdarî nekirin, lê di heman runiştinê de balyozê Îranê û hinek dîplomatên welatên din amade bûn.

    Krîza sîyasî ya li Kurdistanê di roja 23`yê Gulanê destpê kir, dema serok Barzanî ragihand, ku wê makezagona di sala 2009`an de ji alîyê parlamentoyê ve hatî pesendkirin bibe referandûmê. Lîderê YNK`ê Celal Talabanî li dijî wê yekê derket. Piştî wê yekê, dema Mesûd Barzanî talîmat da, ku hilbijartinên serokatîyê di roja 20`ê Tebaxa sala 2015`yan de bête lidarxistin, rast bi berteka opozîsyonê hat. Lê ji alîyê din ve eger hilbijartin bêne lidarxistin û serok ji alîyê gel ve bête hilbijartin, Mesûd Barzanî wê careke din bête hilbijartin, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê kesayeteke wisa tune ye, ku bikaribe dewsa wî bigire. Ji ber wê sedemê opozîsyon dixwaze ku serokê Herêma Kurdistanê ji alîyê parlamentoyê ve bête hilbijartin.

    PDK îda dike ku eger serokatîya Mesûd Barzanî berdewam bike, serxwebûna Kurdistanê wê di bin garantîyê de be. Lê, dijberên serxwebûnê her tiştî dikin, ku Mesûd Barzanî careke din ji bo serokatîyê neyê hilbijartin. Opozîsyon daxwaz dike, ku di meha Îlonê de di heman demê de hilbijartinên serokatî, parlamento û civata parêzgehan bêne lidarxistin, ku hevsenga li parlamentoyê bidine guhertin.

    Ji bo PDK`ê problema sereke ew e, ku hevkara wê ya stratejîk YNK jî êdî bi opozîsyonê re ye. Di wê rewşê de metirsîyeke wisa derdikeve holê, ku li Kurdistanê careke din dubendîya navherêmî dikare peyda bibe.

    Parlameneterê parlamentoya Kurdistanê yê ji PDK`ê Şivan Şex Ehmed pozîsyona partîya xwe ji ``Radyo Spûtnîk``ê re vegot:

    “Niha li parlamentoyê boykot tune ye, lê redkirina beşdarîya di runiştinê de heye, ku mijara wê runiştinê bi makezagonê re nakokîbar e. Li gor makezagonê, serokê herêmê gereke ji alîyê gel ve bête hilbijartin. Di sala 2009`an de jî serok ji alîyê gel ve hate hilbijatin. Em hêvî dikin, ku bikaribin bi partîyên din re konsensûsê dabîn bikin, ku hilbijartinên serokatîyê di roja 20`ê Tebaxê de bête lidarxistin. Eger konsensûs neyê dabînkirin, em dikarin wê pirsê bibine referandûmê ku gel bi xwe biryarê bide”.

    Bêguman rewşa niha aramîya sîyasî ya li Kurdistanê tehdîd dike. Lê, ew yek wê ne ewqas hêsan be, ku serokê Herêma Kurdistanê yê xwedî  bandoreke bi hêz ji serokatîyê bête bidûrxistin û bêpeywir bête hiştin. Eger konsensûs neyê dabînkirin, li Kurdistanê dubendîya di navbera partî û parêzgehan de dikare peyda bibe. Di rewşeke wisa de, bi Kurdistanê ve girêdana terîtoryûmên nîqaşbar jî dikare bikeve di bin pirsê de.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl dê bi Barzanî re bicive
    Serokwezîr Barzanî: Em dikarin bi serê xwe petrola xwe bifroşin
    Komîsyona Hilbijartinan fermana Barzanî red kir
    Barzanî ber bi Kuwêyt û Îmarat ve bi rê ket
    Barzanî dema hilbijartinê diyar kir
    Serokwezîr Barzanî serdana mala siyasetmederê kurd kir
    Barzanî: Iraq mezintirîn piştevanê DAIŞê ye
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Sîrwan Barzanî: DAIŞ çekdarên xwe kom dike
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de