13:31 24 Hezîran 2018
Çekdarên DAÎŞ

DAIŞ li derdora Reqayê xendeqan dikole

© AP Photo / albaraka_news, File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rêkxistina DAIŞê xendeqan li derdora bajarê Reqayê lêdide û êdî malbatên çekdarên xwe yên biyanî jî vediguhêze navçeyên girêdayî parêzgeha Helebê ve.

Berdevkê YPGê, Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê deragihand ku piştî bajarokê Eyn Îsa û gellek gundên wê ji aliyê hêzên YPGê û Volkana Feratê ve hatin kontrolkirin, çekdarên DAIŞê xetên bergiriya xwe li bajarê Reqayê bihêztir dikin.

Rêdûr Xelîl diyar kir ku li gor zaniyariyên gihiştine destê wan, çekdarên DAIŞê dest bi kolandina xendeqan li derdora bajarê Reqayê kirine.

Li aliyê din, hat gotin ku rêkxistina DAIŞê malbatên çekdarên xwe yên li nav bajarê Reqayê vediguhêze parêzgeha Helebê.

Roja sêşemê (duh) jî piştî ku bajarokê Eyn Îsa, ku nêzîkî 50 kîlometran li Reqayê dûr e û dikeve bakurê wî bajarî, ket bin kontrola hêzên YPGê û Volka Feratê, çekdarên DAIŞê mohleta 24 saetan dan kurdên Reqayê ji bo ku ji bajêr derkevin.

Wezareta Bergiriyê ya Amerîka (Pentagon) jî duh ragihand ku balafirên hevpeymaniyê 3 êrişên ezmanî li nêzîkî bajarokê Eyn Îsa pêk anîne.

Bajarê Reqayê yê Sûriyê, par havînê ketibû destê DAIŞê û ji aliyê wê rêxistinê ve wek “paytexta wîlayeta Reqayê ya xilafeta îslamî” tê nasîn. 


Bi heman mijarî:

Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
Navenda dijî terorîstî ya HWS tedabîrên berevanî dijî `DAÎŞ`ê amadedike
Îsraîl û tehdîda DAÎŞ`ê
Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
Amerîka zanyariyên derbarê binyada DAÎŞ wergirt
Şerê îroyîn a li dijî DAÎŞ`ê — riyeke dûr û bê hedef e
Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
Etîketan:
Kurdistan, Sûrîye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de