09:15 28 Nîsan 2017
Zindî
    Teqîna otomobîlekê li Îraqê

    Teqînek li nava kombûneke eşîrên Diyale

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Teqînek li bakurê parêzgeha Diyale di nava kombûneke eşîrên wê parêzgehê de qewimî.

    Li gor agahiyên Rûdawê, îro danê sibehê, teqînek di nava kombûneke eşîrên Diyale rûda û li gorî agahiyên destpêkê jî hejmarek kuştî û birîndar hene.

    Jêderekî ji parêzgeha Diyale ji Rûdawê re ragihand: `li gorî agahiyên destpêkê jiber vê teqînê, 10 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndarbûne.`

    Diyale, yek ji wan parêzgehên rojhilatê Iraqê ye û navenda wê bajarê Baqûbe ye. Kurd, şîe û sunî li wir dijîn û niha di bin kontrola Hikûmeta Iraqê de ye.


    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de