02:21 22 Sibat 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike

    © AFP 2016/ Tauseef MUSTAFA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Îran, Iraq û Sûrîye plan dikin di demeke nêz de li ser asta wezîrên karên navxweyî li Bexdayê dest bi guftûgoyên sêalî bikin

    Wezîrê karên navxweyî yê Îranê Abdûlriza Rehman Fazlî ragihand, ku bi Wezaretên Karên Navxweyî yên Iraq û Sûrîyeyê re civînên gotûbêjkirina tedbîrên li dijî terorîzmê wê lidar bixin. Wezîrê karên navxweyî yê Îranê hêvî kir, ku formata sêalî ji bo guftûgoyên piralî yên li dijî komên radîkal ên terorîst ên li herêma Rojhilata Navîn û bi taybet jî li dijî DAÎŞ`ê bibe bingeh.

    Wezîrê karên navxweyî yê Îranê Abdûlriza Rehman Fazlî li Tehranê di hevdîtina bi wezîrê karên navxweyî yê Sûrîyeyê Mûhammed Îbrahîm eş-Şaar re giringîya tedbîrên berhemdar ên doza li dijî terorîzmê ya li herêmê destnîşan kir. Li gor nêrîna wî, di wê pirsê de rola sereke gereke Îran, Iraq û Sûrîye bilîzin, ku plan dikin di demeke nêz de li ser asta wezîrên karên navxweyî li Bexdayê dest bi guftûgoyên sêalî bikin.

    Wezîrê karên navxweyî yê Îranê destnîşan kir, ku tundrawî, destdirêjahî û bangên ji bo pêkanîna terorê bi nirxên îslamê re nakokîbar in û dibine sedemê belavbûna îslamofobîyê. Wezîrê karên navxweyî yê Sûrîyeyê Mûhammed Îbrahîm eş-Şaar jî destnîşan kir, ku têkbirina terorîzmê hewceyê tevgerên hevbeş ên welatên têkildar in û tevgerên hevbeş ên Îran û Sûrîyeyê wê bandorê li rewşa li herêmê bikin.

    Civîna dualî ya wezîrên karên navxweyî yên Îran û Sûrîyeyê bi imzakirina rêkeftinên hevkarîya di warê ewlekarî, sînorî û doza li dijî narkotîk û bazirganîya mirovan bi dawî bû.

    Hikûmetên Îran, Iraq û Sûrîyeyê yên şiî dest bi operasyonên hevbeş ên li dijî DAÎŞ`ê kirine. Di roja înîya borî de wezîrê bergirîyê yê Iraqê encamên operasyonên hevbeş ên artêş, polîs û mîlîsan ragihand. Anegorê wê, di encamê de li parêzgehên Embar, Kerkûk, Seleheddînê 120 terorîstên DAÎŞ`ê hatine tunekirin. Her weha bi êrêşên balafiran dadgeha şerîetê ya DAÎŞ`ê ya li Ramadîyê û depoya cebilxaneyan a li taxê Xuseyba ya li parêzgeha Ambarê hatine tunekirin.

    Bi heman mijarî:

    Şerê îroyîn a li dijî DAÎŞ`ê — riyeke dûr û bê hedef e
    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    Etîketan:
    Sûrîye, Îran, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de