19:16 19 Hezîran 2018
DAÎŞ

DAIŞ kurdan ji Reqayê derdixe

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rûdawê li ser zimanê çavkaniyek taybet ji Reqqayê ragihand ku rêxistina DAIŞê ji kurdan xwest jibo di nav 3 rojan de ji Reqqayê derkevin.

Li gorî çavkaniya Rûdawê, çekdarên DAIŞê dibêjin ku ev tedbîreke ewlekarî ye û ji kurdan xwestin ku ber bi aliyê Tedmur û Humsê ve biçin.

Piştî ku hêzên Volkana Ferat û YPGê bajarokê Eyn Îsa kontrol kirin, tirsa DAIŞê ji pêşveçûna hêzên kurdî bi aliyê Reqayê ve zêde bû û bi taybetî jî ditirsin ku niha hêzên Volkana Ferat berê xwe bidin bajarokê Sirrîn ê Reqqayê.


Bi heman mijarî:

YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
Etîketan:
Kurdistan, Sûrîye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de