20:27 27 Gulan 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Amerîka Koalîsyona Opozîsyona Sûriyeyê li lîsteya terorê zêde kir

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Amerîka Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û hin endamên opozisyonê tevlî lîsteya terorê kir û got ku Koalîsyonê di hin çalakiyên terorîst de cih giritiye.

    Çavkaniyekî ji Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ji malpera Îlaf re ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka endamên Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyeyê (KNOS) ku navenda wê li Tirkiyê ye û hin endamên din ên opozisyona Sûriyê û malbatên wan tevlî lîsteya terorê kir û ji ber beşdarî di çalakiyên terorîst de kirne, tevlî lîsteya kesên ku nikarin derbasî axa wê bibin, kirye.

    Heman çavkanî diyar kir ku endamên KNOS li hemberî biryara Emerîka matmayî mane û da zanîn ku endamekî koalîsyonê dema xwestiye vîzeya Amerîka bistîne jêre hatiye gotin ku ew li gorî qanûna 212 qedexe ye derbasî Emrîka bibe û divê daxwaznameyeke taybet ji wezareta Ewlekariya Hundir bistîne.

    Li aliyekî din, hin kesan gotin ku rewşên wisa yên qedexekirinê di bin navê `gumana terorê` de tên kategorîzekirin.

    Lê hin çavkaniyên dîplomasî diyar kirin ku ev tenê tiştên îdarî ne û beriya niha jî kesên ku navên wan di heman lîsteyê de bûn bi agadariya Ewlekariya Hundirîn a Amerîka serdana Amerîka kirin.

    Her wiha hin endamên opozîsyonê diyar kirin ku Emerîka terorîstên rasteqîn nas nake û gumanên xwe anîn ziman û gotin ku ev biryar xizmeta Beşar El-Esed dike.

    Gelek endamên koalîsyonê diyar kirin ku dema daxwazên wan ên vîzaya Emrîkî hatine redkirin, ew matmayî mane.


    Bi heman mijarî:

    Nebi: Opozisyona Sûriyê li Astanê derbarê çend prensîpan lihevkirin
    Etîketan:
    Sûrîye, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de