13:48 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Vegera stratejîk a li Sûrîyeyê

    © ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 25 0 0

    Serkeftina YPG yên bi hêzên ereb û koalîsyona navneteweyî re hevkarîyê dikin, eger di perspektîva kurt de rewşa sîyasî-leşkerî ya li Sûrîyeyê nedene guhertin jî, gîyana enîyên şerê bi DAÎŞ`ê re dane guhertin.

    Ji alîyê hêzên YPG û Bûrkan El Firatê ve wergirtina bajarokê Ayn Îsa û pêşketina wan a ber bi paytexta DAÎŞ`ê Reqayê ve dikare rewşa sîyasî-leşkerî ya li Sûrîyeyê ji binî ve bide guhertin. Bajarokê Ayn Îsa li ser xaçerêya giring a rîya M4 ye û ew rê Reqa û Helebê digihîne hev. Berê liwaya 93`yemîn a artêşa Sûrîyeyê li wê derê hatibû bi cihkirin. Li bajarokê Ayn Îsa ya bi 50 kîlometreyan dûrî Reqayê, derfeta pêşveçûna ber bi Reqayê û her weha pêşveçûna ber bi Cerablûs, Afrîn û Helebê derdixîne holê. DAÎŞ yan gereke dest ji êrişên li ser Şamê berde û beşeke giring a hêzên xwe vegerîne enîya Bakûr û yan jî dikare tewaya bakûr-rojhilatê Sûrîyeyê winda bike. PYD`ê ragihand, ku bidestxistina Reqayê di nav planên wan ên nêz de cih nagire û wê hêzên xwe ji bo xurtkirina herêmên rizgarkirî areste bikin û planên xwe yên tevgera leşkerî ve girêdayî eşkere nekir. Lê, dîsa jî operasyona di meha Gulanê de hatî destpêkirin, hêj jî berdewam dike.

    Serokê DYA`yê Barak Obama roja sêşemê li Waşîngtonê ew geşedana li bakûrê Sûrîyeyê wek nimûneya tevgera li dijî DAÎŞ`ê ya bi alîkarîya hewayî ya amerîkî nîşan da, lê di heman demê de metirsîyên xwe jî anî ziman ku DAÎŞ hêza xwe ya şer diparêze û dikare dest bi êrişên bersîvdayînê bike. Barak Obama yekitîya hêzên kurd û ereb wek partnerîyeke pêbawer bi nav kir. Serkeftina hêzên kurd derfetê li pêşîya Obama jî vedike, ku bikaribe stratejîya xwe ya li dijî DAÎŞ`ê dabîn bike, ya bi koordînekirina tevgerê û piştgirîya hewayîve sînordarkirî. Hevkarîya leşkerî ya li Kobanîyê destpê kir, niha berhemên xwe nîşan dide. Nûnerê Mala Spî Coş Ernest ragihand, ku ew geşedan nîşan dide, ku ji bo DYA hebûna hevkarê bi berhemdar ê operasyonên bejayî gelek giring e.

    Nûnerê Otonomiya Federal a Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patîyev geşedanên li parêzgeha Reqayê ji bo `Radyo Spûtnîk`ê re nirxand:

    Rojnamevan Mistefa Elî, ku niha li Kobanîyê ye, li ser heman mijarê wisa ragihand:

    Serkeftina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên bi hêzên ereb ên mutedîl û koalîsyona navneteweyî re hevkarîyê dikin, eger di perspektîva kurt de rewşa sîyasî-leşkerî ya li Sûrîyeyê nedene guhertin jî, ji bo wê hêj demeke dirêj pêwist e, lê gîyana enîyên şerê bi DAÎŞ`ê re dane guhertin. Eger kurd di warê madî û teknîka leşkerî de bêne piştgirîkirin, bakûrê Sûrîyeyê wê ji bo têkbirina DAÎŞ`ê bibe textê hilperînê.   

      

    Bi heman mijarî:

    YPG: gundên di navbera Kobanê û Girê Spî hatin paqijkirin
    Salih Mislim: YPG wê ji Girê Spî derkeve
    YPG: Di şerê Girê Spî de 124 DAIŞî hatin kuştin
    Rewşa dawî li Girê Spî- YPG mal bi mal li dû DAIŞê digere
    Deriyê Sînor ê Girê Spî-Akçakale ket destê YPG’ê
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Silug di bin dorpêça YPG de ye
    Etîketan:
    Rojava, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de