03:48 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Çekdarên  Şiî

    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne

    © REUTERS/ Ahmed Al-Hussaini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 35 0 0

    Serokê DYA`yê Barak Obama di hevdîtina meha Gulanê ya bi lîderên dewletên ereb ên kendava Farisîyê de, komên şiî yên li Sûrîye, Yemen, Iraq û Lubnanê bi bîr anî û ji lîderên ereb re pêşnîyar kir, ku ji bo pêşîlêgirtina pêşveçûna Îranê, komên sunnî saz bikin

    Niha bala piranîya eksperên Rojhilata Navîn li ser şiîyan e, yên Îran bi awayeke berfireh ji bo armancên xwe yên jeopolîtîk bikar tîne. Bi taybet jî sîyasetmedarên amerîkî li ser wê bawerîyê ne. Serokê berê yê CIA`yê Devîd Petreûs, ku di navbera salên 2007-2009`an de yekîneyên parastinê yên sunnî yên bi navê ``Sahva`` damezrandibû, got ku mîlîsên şiî yên li Iraqê ji DAÎŞ`ê jî xetertir in.

    Serokê DYA`yê Barak Obama di hevdîtina meha Gulanê ya bi lîderên dewletên ereb ên kendava Farisîyê de, komên şiî yên li Sûrîye, Yemen, Iraq û Lubnanê bi bîr anî û ji lîderên ereb re pêşnîyar kir, ku ji bo pêşîlêgirtina pêşveçûna Îranê, komên sunnî saz bikin. Lê, ezmûna Îranê çiqas dikare bête dubarekirin?

    YPG
    © Foto: AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN

    Con Hanna, şewirmendê Fona Parastina Denokrasîyê, şewirmendê berê yê cîgirê serokê DYA`yê Dîk Çeynî dinivîse, ku Barak Obama di hevdîtina bi lîderên dewletên ereb ên Kendava Farisîyê ya li Kemp Devîdê de ragihand, ku Îran hewl dide bi bikaranîna komên şiî û bi taybet jî `Hizbûllah``ê bandora xwe ya li herêmê bide zêdekirin. Barak Obama gotinên Con Hanna jî derbaz kir û rejîma sîyasî ya li Îranê wek rejîmeke `faşîst` bi nav kir. Obama got, ku DYA di rewşeke wisa de, dema dewletên Kendavê di bin metirsîya Îranê de ne, nikare ji Rojhilata Navîn derkeve. Lê, ihtimala wê yekê tune ku Îran yekser êrişê li dewletên Kendava Farisîyê bike. Problema herî giring tevgerên leşkerî yên wek hîbrît têne bi navkirin e, dema problem bi bikaranîna niştecîyên bi hêzên derve ve girêdayî têne çareserkirin. Di wan şertan de bikaranîna artêşên nizamî gelek zehmet dibin. Îro Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê rast bi problemeke wisa hatine.

    Barak Obama dihesibîne ku bi du rêbazan ve dikarin pêşî li berfirehbûna bandora Îranê ya li herêmê bigirin. Ya yekemîn, bi Îranê re imzakirina peymana bernameya nukleerî ye, ku bi wî awayî dikarin kontrola li ser Îranê xurt bikin û wê neçar bikin, ku erkên wê peymanê bi cih bîne. Ya duyemîn, bi alîkarîya hewlên hevbeş ên DYA û welatên ereb ên Kendava Farisîyê derfetên tevgera li Rojhilata Navîn saz bikin û bi wî awayî pêşî li pêşketina Îranê ya li herêmê bigirin. Anegorê rêbaza duyemîn, li herêmê wê komên olî û etnîkî bêne çekdarkirin, ku bikaribin pêşî li mîlîsên şiî û Hizbûllahê bigirin. Pêşmerge yek ji wê nimûneyê ye, ku li DYA`yê wek hêzeke pêbawer tê bi navkirin. Gereke hêzên wek Pêşmerge li yemen, Sûrîye û Lubnanê bêne sazkirin.

    Pirs ew e, gelo sedemên serkeftina komên şiî çi ne? ``Radyo Spûtnîk`ê  ew pirs li eksperê Rojhilata Navîn, rêvebirê Navenda Lêkolînkirina Welatên Rojhilata Navîn û Asya Navîn Semyon Bagdasarov kir:

    “Dema Xumeynî bu desthilat, Yekîneyên Parastina Şoreşa Îslamî hate avakirin.  Di nav wê de koma ``El-Quds`` ya bi profesyonalîya bilind hate avakirin. Yek ji erkên wê yên sereke bi berfirehî lêkolînkirina wan welatan e, ên şiî lê dijîn. Ew elewî, îsmaîlî û gelek komên din jî şiî dihesibînin. Lê, di jîyanê de di navbera wan koman de jî gelek nakokîyên cidî hene. ``El-Quds`` berî di sala 2003`yan de li Iraqê dest bi tevgerê bike, di sala 1982`yan de li Lubnanê ``Hizbullah`` ava kir. Sedema serkeftina wan profesyonalîya bilind a ``El-Quds``ê ye. Ji ber wê yekê ku ji berê de ji bo şerên navxweyî hatine amadekirin, li Iraqê baş hatin organîzekirin. Niha jî komên li Sûrîyeyê yên xweparastinê perwerde dikin. Ji bo nimûne di sala 1982`yan de Îsraîl gelek bi hêsanî derbazî Beyrûtê bû, lê di sala 2006`an de rast bi berxwedaneke cidî ya Hizbûllahê hat. Ji bo serkeftinê bi dehan salan wext pêwist e. Ji ber ku ew êdî ne tenê sazîyên şervanîyê ne, ew sazîyên aborî, yên propaganda, yên olî ne, ku bi rîyên aştîyane, nîvaştîyane, nîvleşkerî yan jî bi rêbazên din dibine desthilat. Îranê hêj wê demê dest bi şerê hîbrît kir, dema ew termîn hêj nehatibû peydakirin. Elbet, li gelek welatan sazîyên bi wî awayî hene, lê asta profesyonalîzmê gelek giring e. Ji bilî qabîlîyeta leşkerî, qabîlîyetên sîyasî, îdeolojîk jî gelek giring in û pêwistî bi dehan salan wext heye.

    Niha DAÎŞ jî li ser wê prensîbê tê avakirin, ku gelek tişt ji yekîneyên parastinê yên sunnî ``Sahva``yê wergirtine. Ew yekîne di sala 2011`yan de ji alîyê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî ve hatin belavkirin.

    Hêzên kurd dikarin ji bo DYA`yê gelek sûdmend bin. Ji ber ku bi dehan salan e şer dikin û xwedî ezmûnên mezin ên leşkerî ne. Pêşmergeyên li Iraqê hêj di dema Mistefa Barzanî de li dijî artêşa Saddam Husên şer dikirin. PKK jî ji sala 1984`an heta niha li dijî Tirkîyeyê şereke serkeftî dimeşîne, ku îsal li Kobanîyê jî hêza xwe ispat kirin û niha jî li Sûrîyeyê bi awayeke serkeftî pêş dikevin. Lê, kurd bi saya ezmûnên xwe yên dewlemend ên di warê sîyasî û leşkerî de, ji bilî erkên xwe yên neteweyî, ango rizgarkirina netewe û sazkirina dewletê zêdetir bi erkên din ve mijûl nabin”.

    Elbet DYA û hevalbendên wê yên ereb li Sûrîyeyê komên ji wan re destdayî digerin, ku bikaribin li hember berfirehbûna bandora Îranê ya li herêmê bikar bînin. Lê, dabînkirina wê armancê wê gelek zehmet be. Ji ber ku bi tevî alîkarî û piştgirîyên ji derve yên mezin jî, sazkirina komên wek Hizbûllahê ji ber çaresernekirina problemên civakî-aborî û ji ber nakokîyên kûr ên navmezhebî wê gelek zehmet be. Mirov bi taybet wan kesan dişopînin ên dikarin problemên wan çareser bikin, lê ne yên dixwazin wan ji bo berjewendîyên xwe bikar bînin.

    Bi heman mijarî:

    DYA li Rojhilata Navîn li dû berjewendîyên xwe ye
    DYA bandora xwe ya li Rojhilata Navîn winda dike
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Ebadî gefan li DYA dixwe
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Etîketan:
    Îran, DYA, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de