19:10 19 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Li parlamentoyê sondxwarina parlementeran dest pê kir

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Di Parlamentoya Tirkiyeyê de sondxwarina parlementerên heyama 25an dest pê kir.

    Li paytexta Tirkiyê Enqerê di parlamentoyê de parlamenter di bin serperiştiya Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Deniz Baykal de ku parlementerê herî kal e, civiyan.

    Di Dîwana Serokatiyê de 6 parlamenterên temenê wan herî biçûk cih girtin. Ji wan her 6 parlamenteran 3 endamên AK Partiyê ne û 3 jî yên HDPê ne.

    Piştî axaftina Serokê Parlamentoya Tirkiyê yê demkî Deniz Baykal, parlementer derdikevin li ser kursî û sond dixwin. Tê pêşbînîkirin merasîma sondxwarinê heta derengiya şevê bidome.

    Piştî sondxwarina paralamenteran di nava 5 rojan de serokê parlamentoyê wê bê hilbijartin û piştre jî Serokomaraê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê ji bo avakirina hikûmeta hevpeymanî Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu erkdar bike û bi vî awayî wê pêvajoya avakirina hikûmetê dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de