16:19 29 Adar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Li komkujiyên Spayker û Badoşê, DAIŞ 2935 kes kuştine

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Hikûmeta Iraqê radighîne ku, hejmara qurbaniyên komkujiyên binkeya leşkerî ya Spayker û girtîgeha Badoşê gihiştiye `2 hezr û 935` kesî.

    Wezareta mafên mirovan ya Iraqê ragihand ku hejmara quraniyên komkujiya ku rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla (DAIŞ) li binkeya leşkerî ya Spaykerê li Tikrîtê encamdabû, gihiştiye hezar û 697 kesî.

    Wezaretê îro, 23ê Hezîranê, di konferensekî rojnamevanî de ragihand ku li girtîgeha Badoşê ya ser bi Mûsilê ve, ku DAIŞê komkujî li wir jî encamdabû, hejmara qurbaniyan gehiştiye 546 kesan.

    Herwiha heta niha 692 kes jî hene ku di bûyerên din ên li Iraqê de bûn, çarenivîsa wan nediyar e.

    Ji aliyekî din ve, wezareta mafên mirovan diyar kir ku ti qurbaniyekî komkujiya Spaykerê bi awayekî nehênî û bidizî li goristana Wadî Selam li Necefê ne hatine veşartin, tevî ku beriya niha gotin hebû ku termê 300 qurbaniyên komkujiyê li goristana navborî bidizî hatine veşartin.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de