00:36 26 Adar 2017
Zindî
    Nurî El Malikî

    `Derbarê ketina Mûsilê de li dijî Malikî belge hene`

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Cîgirê Serokê Komîteya Lêkolînê ya Parlamantoya Iraqê ragihand ku gellek belgeyên vîdeoyî li dijî serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî hene û kes jî nikare gotinên xwe înkar bike.

    Cîgirê Serokê Komîteya Lêkolînê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ku derbarê ketina Musilê bi dest çekdarên DAIŞê de lêkolînê dike, îro di daxuyaniyekê de ragihand, ti kes ji tohmetbarên ketina bajarê Musilê nikarin danpêdanên xwe înkar bikin, ji ber ku gotinên wan bi vîdeoyê hatine tomarkirin.

    Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: `Di dema lêkolînên ligel berpirsên Musilê de, hemû gotûbêj û gotinên kesên tohmetbar bi vîdeoyê hatine tomarkirin. Ji ber wê jî ew nikarin di paşerojê de gotinên xwe înkar bikin û xwedî li axaftinên xwe dernekevin.

    Derbarê danpêdanên tohmetbaran de jî, Şexewan Ebdullah got: `Danpêdanên berpirsan hatine tomarkirin û di nava wan danpêdanan de jî gellek gilî û tohmet arasetyê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî hatine kirin, ku fermandeyê  berê yê  hêzên çekdarên Iraqê jî bû.`

    Cîgirê Serokê Komîteya Lîkolînê ya Parlamentoyê herwiha got: `Di roja 1ê Tebaxê de yekemîn civîna werza nû ya parlamentoyê dest pê dike û wê raporta komîteyê jî pêşkêşî serokatiya parlamentoyê were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de