05:04 28 Hezîran 2017
Zindî
    DAÎŞ

    DAIŞê ji ber bîrên petrolê 14 çekdarên xwe kuşt

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Rêxistina DAIŞê 14 fermande û çekdarên xwe bi hêceta ku nikarîbûn bîrên petrolê ji hêzên iraqî bistînin, komkuj kir.

    Serokê Komîta Asayişê ya Parêzgeha Diyale ya Iraqê, Sadiq Husênî diyar kir ku di heyama çend rojên borî de çekdarên DAIŞê gellek caran hewl dane bîrên petrolê yên Ellas û Ecîlê li parêzgeha Diyale bigirin, lê êrişên wan ji aliyê hêzên iraqî ve hatine pûçkirin. 

    Sadiq Husênî da zanîn, ku ji ber wê jî rêxistina DAIŞê fermana kuştina 14 fermande û çekdarên xwe yên ku di wan êrişan de şikestibûn da û hemû komkuj kir.

    Li gorî rayedarê parêzgeha Diyale, ew bîrên petrolê beriya niha ketibûn destê DAIŞê û rêxistinê her roj 500 tanker petrolê bi qaçaxî ji wan difrot.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de