04:03 28 Gulan 2018
Heleb

Şer û pevçûnên Helebê berdewam in

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Gelek welatiyên sivîl ji ber bermîlên bombeyî yên rêjîma Baasê jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Her wiha şerê top û fûzeyan di navbera rêjîma Baasê û çekdarên opozîsyonê de li gelek taxên Helebê berdewam in û li herêma Ezazê jî di navbera çekdarên opozîsyonê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn bi dijwarî didomin.

Hêzên rêjîma Baasê îro ji serê sibê ve li taxên El-Qisêla, El-Cibêla, Mercê, Kelasê û Bab El-Nesir ên Heleba kevin û taxên Qazî Esker, Salhîn, Bustan Qesir, Lêremûn, Ferdos, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajêr bi bermîlên bombeyî û çekên giran êrîş kirin.

Her wiha balefirên rêjîmê deverên derdora bajarê Helebê yên wekî bajaroka Hirêtan, Riya Gazî Entabî, devera Qebir Ingilîzî, bajaroka El-Mensûra, Kefer Naha, derdora balefirgeha Kiwêris a leşkerî, devera Xan El-Esel bombebaran kirin. Di encamê de gelek xaniyên welatyan hatin hilweşandin û ziyankirin.

Li aliyekî din balefirên rêjîma Koalîsyona Navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê du êrîşên ezmanî li dijî baregehên çeteyan ên li derdora gundê Dabiq ê girêdayî herêma Ezazê pêkanîn. Derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bi destxistin.

Çekdarên opozîsyonê yên di bajarê Helebê de jî taxên ku di bin kontrola hêzên rêjîma Baasê de ne, wekî Xaldiyê, Meşarqa, Şîhan, Şarêh El-Nîl û Tişrrîn ên bajêr topbaran kirin. Di encamê de gelek ziyanên madî li welatiyên sivîl bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li rojhilatê herêma Ezazê jî bi topên hawanê gundê Til Qirah ku piraniya şêniyên wê Kurd in, topbaran kirin. Di encamê de li gorî agahiyên hatine bi destxistin, welatiyekî sivîl û zarokek birîndar bûne.

Şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de li taxên Xaldiyê û Kerm El-Terab ên bajarê Helebê û gundê Başkoy ê bakurê Helebê bi dijwarî berdewam dikin.

Bi heman mijarî:

Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket
Norwîc biryar da ku pêşwaziyê li 8 hezar penaberên Sûriyê bike
Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
Wezîrê Dadê yê Sûriyê hat revandin
Êrişa Sûriyê bo ser Idlibê; bi dehan kes hatin kûştin
Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
Sûriyê- Hejmara kuştiyên meha Gulanê
Opozisyonerê Sûriyê: civîna Astanê ji hevdîtinên din re ne alternative e
Nebi: Opozisyona Sûriyê li Astanê derbarê çend prensîpan lihevkirin
Rûsya amadeye sêyemîn civîna aliyên Sûriyê lidarxe
NY: Gelê Sûriyê bê hêvî bûye
Fransa hişyariyê ji parçebûna Sûriyê û Iraqê dide
`Nîvê axa Sûriyê di dest DAIŞê de ye`
Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
Amerîka û Rûsya ji bo krîza Sûriyê dicivin
Obama: Emê sînorekî ji kilora Sûriyê re deynin
35 çekdarên Hizbulla li Sûriyê hatin kuştin
Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
`60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
Etîketan:
Sûrîye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de