13:43 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Abdul Fetah al-Sisî

    Misir balyozê xwe yê nû li Israylê diyar kir

    © AFP 2017/ KHALED DESOUKI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 701

    Piştî birîna têkiliyên diplomasî yên her du aliyan ji sala 2012an ve. Misrê balyozê xwe yê nû li Israylê diyar kir.

    Ajansa Şerq Ewset a fermî ya Misrê ragihand ku serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî duh, 21ê Hezîranê, Hazim Xeyret wek balyozê wî welatî li Israylê binav kir.

    Xeyret beriya niha cîgirê Wezîrê Derve yê Misrê bû, lê nediyar e wê kengî ew dest bi karê xwe wek balyoz li Israylê bike.

    Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Israylê Benjamin Netanyahu pêşwazî li vê biryara Misrê kir û got: `Em bi germî pêşwzî li vê yekê dikin, ez bawerim ku ev yek jibo bihêzkirina aştiya ku di navbera Misir û Israîlê de heye, tiştekî gelkî baş e.`

    Piştî Israylê di sala 2012-an de êrîşî Xezayê kir, serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî nûnerê welatê xwe ji vî Israylê vekişand bû.

    Etîketan:
    Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de