21:40 22 Hezîran 2017
Zindî
    Ala Tirkiyê

    Tirkiye di navbera Qamişlo û Nisêbînê de xendeqê dikole

    © AFP 2017/ Ozan Kose
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Artêşa Tirkiyê bi hêceta `astengkirina qaçaxçiyan`, li ser sînorê Bakur û Rojava, di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de xendeqê dikole.

    Li gorî medyaya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê îro danê sibê li ser sînorê di navbera Nisêbînê (Bakur) û Qamişlo (Rojava) de dest bi kolana xendeqê kir.

    Di dema kolana xendeqê de tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin.

    Xendeq 2 metreyan fireh û 3 metreyan jî kûr e. Heta niha 300 metre hatiye kolan.

    Tê gotin ku Tirkiye dixwaze bi xendeqê pêşiya derbasbûna kesên ku bi qaçaxî ji Sûriyê derbasî wî welatî dibin, bigire.

    Îsal zivistanê jî artêşa Tirkiyê li ser sînorê navbera Nisêbîn û Qamişlo xendeqek bi dirêjahiya 1 km kolabû. Kolana wê xendeqê rastî nerazîbûna kurdên Bakurê Kurdistanê hatibû.

    Bi heman mijarî:

    Dengîr Mîr Mehmet Firat: Tirkiye DAIŞê ji xwe re wek dost dibîne
    Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    TEV-DEM: ENKSê biryarên xwe ji Tirkiye û dijbereyê werdigire
    Gelo, gengeşiyên li ser jenosîdê bandoreke çawa pweywendiyên Tirkiye û Ermenistanê bikin
    Huffington Post: Tirkiye û Siûdiyê wê li Esed bidin
    Etîketan:
    Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de