19:15 19 Hezîran 2018
Mûsil

Roja destpêkirina operasyona standina Mûsilê eşkere bû

© AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Komîsyona Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê eşkere kir ku dawiya vê mehê operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê dest pê dike.

Endamê Komaîsyonê Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê, Mihemed Îbrahîm  ji çapemeniyê re ragihand, ev çend meh in baregeh û çeperên DAIŞê yên li Mûsilê tên bombebarankirin, lê şerê bejahî yê rizgarkirina Mûsilê dê dûmahîka vê mehê dest pê bike. 

Mihemed Îbrahîm diyar kir ku di şerê Mûsilê de dê artêşa Iraqê, wê hêzên polîs û Pêşmerge beşdar bibin û da zanîn, bi hezaran kes ji bo vê operasyonê hatine perwerdekirin û çekdarkirin.

Li ser qalîteya çek û cebilxaneya hêza rizgarkirina Mûsilê jî wî rayedarê Mûsilê got, di destê wan de him çekên sivik û nîvsivik him jî çekên giran hene.  Ji aliyekî din, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî duh bi Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêdî û Serfermandeyê artêşa Iraqê Ebûbekir Zêbarî re li ser rewşa Mûsilê û operasyona standina wî bajarî hevdîtin kiribû.   Her wiha di heyama du rojên borî de perwerdeya hezar û 1900 leşkerên iraqî li kampa bi navê Besmaye li nêzîkî Bexdayê xilas bû. Ew, ji aliyê komek pisporên leşkerî yên biyanî ve hatibûn perwerdekirin. Hat ragihandin, ew leşkerên iraqî dê tevlî operasyona Mûsilê bibin.

Bajarê Mûsilê 10ê Hezîrana par ketibû destê DAIŞê. 

Bi heman mijarî:

Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
Etîketan:
Îraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de