08:27 30 Gulan 2017
Zindî
    DAÎŞ-Îraq

    Dengîr Mîr Mehmet Firat: Tirkiye DAIŞê ji xwe re wek dost dibîne

    © AFP 2017/ AHMED DEEB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir ku eger Tirkiye li dijî YPGê pişta DAIŞê bigire dê di asta navdewletî de rastî gellek arîşeyan were û dê were darizandin.

    Tirkiye ji rizgarkirina bajarê Girê Spî ji aliyê YPGê ve kêfxweş nîne. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ev rewş wek “tehdîdek ji bo Tirkiyê” nirxandibû. Li ser vê mijarê siyasetmedarê kurd û Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji Rûdawê re axivî. Mîr Firat diyar kir ku eger Tirkiye li djiî YPGê pişta DAIŞê bigire dê di asta navdewletî de rastî gellek astengiyan were. Li ser daxuyaniya Erdogan jî, Mîr Firat got, li Tirkiyê 20 milyon kurd hene, li Sûriyê pir kêm kurd hene. Wê demê ew welatiyên xwe jî ji xwe re tehdîd dibîne. Wî siyasetmedarê kurk anî ziman ku eger Tirkiye DAIŞê ji xwe re tehdîd nebîne wê çaxê wek dost dibîne û bersiva vê pirsê ku kamyonên MÎTê ji kê re çek birin jî dide û wiha axivî: “Bi baweriya min, Tirkiye DAIŞê ji xwe re wek dostekî dibîne.” Wî parlamenterê kurd diyar kir ku di şerê DAIŞê de hemû cîhan û di serî de jî Amerîka, pişta hêzên kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê digire û wiha anî ziman: “Her kes vê yekê baş dizane ku tenê kurdan karî DAIŞê bidin sekinandin ji ber wê jî gelê kurd di cîhanê de tê teqdîrkirin.” Mîr Firat her wiha got ku yên pişta DAIŞê digirin divê li ser vê yekê pir baş bifikirin çimkî ew dê di dadgehên navdewletî de bên darizandin.

    Etîketan:
    DAÎŞ, Rojhilata Navîn, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de