19:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Parêzgarê Musilê wê here pêş dadgehê

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzgarê Musilê Esîl Nucêfî ragihand, ew amade ye biçe pêşberî dadgehê da ku derbarê ketina bajarê Musilê de agahiyan bide, lê red kir ku wî destê wî di ketina Musilê de hebe.

    Îro Komîteya Lêkolînê ya parlamentoya Iraqê ku derbarê ketina bajarê Musilê bi destê çekdarên DAIŞê de lêkolînê dike, raporta xwe aşkere kir. Li gorî wê raportê, komîte gihîştiye wê encmaê ku çend berpirsên Iraqê di ber ketina bajarê Musilê de bi awakî sereke berpirsyarin û  daxawz kiriye ku ew li pêş dadgehê amade bin û bersiva pirsiyarên komîteyê bidin.

    Li gor raporta komîteya lêkolînê, yek ji wan kesên ku li hember ketina Musilê berirsiyar e, parêzgarê Musilê Eslî Nucêfî ye. Parlamentoya Iraqê çend roj berî niha di civînekê de bi awayeke fermî bawerî ji Esîl Nucêfî wergirt û ew ji kursiya parêzgariyê dûrxist.

    Berdevkê fermî yê parêzgarê Musilê, Selah Obeydî derbarê wê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, `sedema sereke ya ketina Musilê tenê Malikî û dam û dezgehên ewlehî yên wî ne. Çend car jî me bi zelalî behsa wê kiriye û em wê bi belgeyan jî îsbat bikin`.

    Derbarê amadebûna Esîl Nucêfî li pêş dadgehê de jî, Obeydî ji Rûdawê re got: “Esîl Nucêfî amade ye biçe pêşberî dadgehê û hemû belgeyan jî pêşkêş bike û nîşan bide ku ew bi ti awayekê ne sedema ketina Musilê bû, belku tawanbarê sereke tenê Nûrî Malikî ye.`

    Obeydî herwiha dibêje: “Ew belgeyên ku li ba me hene, qonaxên ketina Musilê nîşan didin.`

    Derbarê ketina Musilê de ku di roja 10ê Hezîran a 2014an de ket dest çekdarên DAIŞê, parlamentoya Iraqê komîteyeke lêkolînê pêk anî. Serokê wê komîteyê Hakim Zamlî di daxuyaniyekê de ragihand: `Me derbarê wê mijarê de zêdetirî 100 saetan civîn lidar xistin û me %90 ê karê xwe temam kirye. Di wê maweyê de jî me lêkolîn bi 82 kesî re kiriye`.

    Bi heman mijarî:

    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de