11:37 18 Tebax 2017
Zindî
    Sistema berevaniya ji moşekan S-300

    Moskow û Tehran peymanên nû yên çekan îmze dikin

    © Sputnik/ Igor Russak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li gorî nêrîna eksperê îranî, tê payîn ku di demekî kurt de ji bo wergirtina çek û têknîkên hîn pêşketîtir ên Rûsyayê, di nabera her du aliyan de peymanên nû bêne îmzekirin.

    Sala 2007-ê di navbera Moskow û Tehranê de peymaneke hat îmzekirin, ku li gor wê pêwîst bû aliya Rûsyayê  pênc bataryayên mûşekên S-300 bifroşe 

    Îranê.  Buhaya peymanê 800 mîlyon dolar bû.  Lê belê ji ber şidîna rejîma ambargoyên NY yên li hember Îranê, hinartina moşekan hat sekinandin. Di sala 2012-ê de jî serokkomarê wê demê Dmîtriy Medvedev fermana qedexekirina hinartina moşekan bo Îranê îmze kir.  Di bersivê de Îranê li Dadgeha Navneteweyî li hember Rûsyayê  doz vekir. Mêjerê  qerebûya pêkneanîna peymanê jî bi qasî 4 mîlyar dolar hat destnîşankirin.

    Piştî gotûbêjan, Rûsyayê avansa Îranê paş de vegerand û jê re pêşniyar kir ku li şûna moşekên S-300 ewê jê re moşekên Antey-2500 bifroşe, lê pirsa dadgehê vekirî ma.

    Di destpêka sala 2015-ê de  wezîrên her du welatan — Sergey Şoygû û Huseyîn Dehgan peymana hevkariyê îmze kir. Meha nîsanê her du wezîr li Moskowê dîsa civiyan, lê encamên gotûbêjan ne hat aşkerekirin. Paşê jêderekî ji balyozxaneya Îranê ya li Moskowê ragihand, ku di gotûbêjan de pirsa hinartina moşekên S-300 û her weha paşdakişandina dozê hatine gengeşîkirin. 

    Gotûbêjên li ser her du pirsên jorgotî îro jî berdewam e.  Gelo ji gotûbêjan wê çi encam derkeve? 

    Edîtorê rojnameya `Îran Press` Êmad Abşênas di vê mijarê de nêrînên xwe ji Spûtnîk`ê re şîrove kir.

     

    “Îro peywendiyên Rûsya û Îranê pir baş in.  Mirov dikare bibêje ku  hema bêje di hemû hêlên hevkariyê de `serdema zêrîn` destpê bûye. Bê guman di berjewendiya Îranê de nîne, ku ji ber dozekî peywendiyên xwe bi hevkarekê xwe ya  stratejîk xera bike. Îro rewş hatiye guhertin. Aliya Îranê amade ye ku bi mercên pêkanîna hin formalîteyan dozê xwe paş de bikşîne û ji Rûsyayê moşekên S-300 bistîne. Em her weha hêvî dikin ku ji Rûsyayê moşekên ji S-300 pêşketîtir jî werbigrin.  Em baş dizanin, ku peymana navborî êdî kevin bûye û li Rûsyayê moşekên S-300 êdî nayên hilberandin.  Niha êdî moşekekî hîn modernîzekirî têne hilberandin. Û êdî her du alî berî pêş de gihîştine rêkeftinekî, ku  Îran wê ji Rûsyayê moşekên nifşa nû bikire”.

    Li gorî nêrîna eksperê îranî, tê payîn ku di demekî kurt de  ji bo wergirtina çek û têknîkên hîn pêşketîtir ên Rûsyayê, di nabera her du aliyan de peymanên nû bêne îmzekirin:

    “Îro di navbera her du aliyan de ne tenê li ser wergirtina moşekên S-300, lê her weha li ser moşekên S-400,  S-400 BM, Antey-2500 jî gotûbêj têne meşandin. Û di demekî kurt de wê di çarçoveya hevkariya di warê leşkerî û teknîkî de, bi taybetî ji bo hinartina moşekên herî modern, peymanên nû bêne îmzekirin”. 


     

    Bi heman mijarî:

    Ji Îranê re firotina S-300`an wê hevsenga li herêmê biguherîne
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    Wezîrê bergiriya Îranê: Tehran wê îsal S-300`ê rûsî werbigire
    S-300 derfeta parastina lihevkirina Lozanê dide
    Dorpêçiya li ser 300 kurdên li ser sînor nema
    Di nava du rojan de nêzîkî 300 êzidiyên êxsîr azad bûn
    Etîketan:
    Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de