15:10 28 Gulan 2017
Zindî
    Artêşa Îraqê

    Fermandarê şîe: Em ji Enbarê re amade ne

    © AFP 2017/ HAIDAR HAMDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Berpirsê Giştî yê Rêxistina Bedir û Berpirsê Hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan, Hadî Amirî ragihand ku, amadekariyên jibo stendina parêzgeha Enbarê ji çekdarên DAIŞê berdewam dikin, lê hîn demek jê re nehatiye diyarkirin.

    Hadî Amirî di daxuyaniyekê de ragihand: `Amadekariyên girtina bajarê Rumadî (Navenda parêzgeha Enbarê) berdewam dikin û em wek hêza Heşdul Şeibî bi temamî jê re amade ne, lê hîn dema destpêkirina operasyonê nehatiye diyarkirin.`

    Berpirsê Giştî yê Rêxistina Bedir a şîeyan wiha got: `Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî, Heyder Ebadî serperiştiya amadekariyên girtina Enbarê û têkelkirina eşîrên Enbarê bi hêza Heşdul Şeibî re û biçekirina wan dike.`

    Li gorî Amirî, hêza Heşdul Şeibî ji aliyê leşkerî ve bi temamî ji girtina parêzgeha Enbarê re amade ye û niha hejmarek din ji çekdarên wan ji operasyona Enbarê re tên amadekirin.

    Piştî ku bajarê Rumadî ku xelkê wê sunî ne, bi temamî ket destê çekdarên DAIŞê, hêza Heşdul Şeibî xwe ji şerê DAIŞê li wê parêzgehê re amade kir, lê berpirs û eşîrên sunî ji wê yekê nerazî ne û naxwazin ew hêza şîeyan di operasyonê de beşdar be.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de