20:08 25 Îlon 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Sîyaseta ji alîyê DAÎŞ`ê ve tê meşandin, xizmeta berjewendîyên Amerîkayê dike

    Civaka navneteweyî îro li hember belavbûna fikr û ramanên radîkalan bêçare maye. Bi saya pêvajoyên global, her mirovek dikare bibe cangorîyê îdeolojîyên terorîst.

    Pêşîyê Talîban, paşê El-Qaîde û niha jî DAÎŞ. Raya giştî ya cîhanê bi bûyera Varvara Karaûlovayê pê hesîya ku xeterîya îdeolojîyên terorîstan gihaştîye kîjan astê.

    Kesên ku diçine `Dewleta îslamî` îda dikin, ku ji ber jîyankirina îslamê diçin. `Dewleta îslamî` ya ji alîyê DAÎŞ`ê ve hatî damezrandin, bi ola îslamê re çiqas pabend e? DAÎŞ çawa dikare mirovên ji welatên cuda ber bi refên xwe ve bikşîne? DAÎŞ bi çi armancê hate damezrandin û kîjan hêz li pişt disekinin?

    Mamosteyê Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistên Mirov û Civakê ya Zanîngeha Yildirim Beyazît Prof. Dr. Salîh Yilmaz nêrînên xwe yên li ser wê mijarê ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re vegot:

    DAÎŞ ji bo ku bikaribe mirovan li dor xwe kom bike, îslamê wek navgînekê bikar tîne. Lê, dema em li pratîka wê dinêrin, em dibînin ku bi îslamê re tu têkildarîya wan tune ye. Yek ji sedemên giring ên ber bi DAÎŞ`ê ve herikîna mirovan, zêdebûna îslamofobîya li Ewrûpayê û sîyaseta DYA`yê ya 5 salên dawîyê ya li Iraqê ye.

    Dema em lê dinêrin, em dibînin ku çavkanîya elemanan a DAÎŞ`ê Ewrûpa ye. Ji Fransa, Brîtanya û gellek welatên din ên Ewrûpayê mirov bi rîya Tirkîyeyê derbazî Sûrîyeyê dibin. Bi saya tedbîrên di wan demên dawîyê de têne wergirtin, gelek ji wan jî li Tirkîyeyê hatine girtin. Wek tê zanîn Tirkîyeyê DAÎŞ wek rêxistineke terorîst îlan kir û kontrolên xwe yên li ser sînor dane xurtkirin. Kesên ji Ewrûpayê hatinî û li Tirkîyeyê hatinî girtin, di ifadeyên xwe de dibêjin ku li Ewrûpayê nikarin îslamê jîyan bikin, wek welatîyên ji sinifa duyemîn têne dîtin û bi taybet jî li Fransayê rast bi cudakerîyê tên. Ji ber wan sedeman, DAÎŞ`ê wek navenda doza li dijî Ewrûpayê dibînin. Tirkîyeyê di wê derbareyê de gelek caran hişyarî da Ewrûpa û DYA`yê, lê wan guhdarîya wê nekirin û tedbîr nestandin.

    Çekên ji alîyê DAÎŞ`ê ve têne bikaranîn, çekên amerîkî ne. Dema em lê dinêrin, DAÎŞ di wexteke gelek kurt de û ji nişka ve derkete holê. Eger hûn bala xwe bidinê, êdî behsa El-Qaîdeyê nayê kirin. El-Qaîde niha êdî bêbandor e û li dewsa wê DAÎŞ li holê ye. Sîyaseta ji alîyê DAÎŞ`ê ve tê meşandin, xizmeta berjewendîyên Amerîkayê dike. Piştî peydabûna DAÎŞ`ê, li Iraqê rejîma Malîkî ket. Wek tê zanîn Malîkî serokwezîreke şiî bû û ji alîyê Îranê ve dihate piştgirîkirin. Her weha têkilîyên Malîkî bi Herêma Kurdistanê re jî nebaş bûn. Piştî peydabûna DAÎŞ`ê, li ser daxwaza DYA`yê têkilîyên Bexda û Hewlêrê ber bi başîyê ve çûn. Dîsa bi saya  DYA`yê petrola Iraqê bi temamî derbazî di bin kontrola şîrketên amerîkîyan bû. Ez wisa difikirim, ku damezrandina rêxistina DAÎŞ`ê bi alîkarîya DYA`yê hatîye kirin. Ji ber ku hemû tiştên dikin, di berjewendîyên amerîkîyan de ne.

    DYA dema dixwaze li dijî DAÎŞ`ê şer dike û dema naxwaze nake. Eger hûn bala xwe bidinê, dema DAÎŞ`ê êriş li Kobanîyê kir, DYA`yê alîkarî kir û ew bajar ji DAÎŞ`ê hate rizgarkirin. Dîsa bi alîkarîya hewayî, DAÎŞ ji Tel Ebyadê hate derxistin. Ango, dema DYA dixwaze dikare hêza DAÎŞ`ê bişkîne. Her tişt ji înîsîyatîva amrîkîyan re maye. Her çend di dest me de ispatî tunebin jî, peydabûna DAÎŞ`ê bi projeya DYA`yê ya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.

    Bi heman mijarî:

    DYA li Rojhilata Navîn li dû berjewendîyên xwe ye
    DYA bandora xwe ya li Rojhilata Navîn winda dike
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Ebadî gefan li DYA dixwe
    Kongreyê DYA dixwaze çekan rasterast ji Hêzên Pêşmerge re bişîne
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, DAÎŞ, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de