05:30 23 Hezîran 2018
Serokkomarê berê yê Tirkiyê Suleyman Demîrel

Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir

© AP Photo / Burhan Ozbilici, File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

9emîn Serokomarê Tirkiyê Suleyman Demîrel di temenê 91 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Derengiya şeva borî, 9emîn serokomarê Tirkiyê Suleyman Demîrel, li bajarê Enqerê û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Suleyman Demîrel, sala 1992ê û dema serokwezîrê Tirkiyê bû, li ser kurdan gotibû, `em rastiya kurdan qebûl dikin`.

Demîrel paşê ev gotina xwe wiha şirove kiribû: `mebesta min ji vê gotinê ew bû ku kurd li Tirkiyê hene, lê welatiyên tirk in!`

Demîrel zêdetirî 40 salan di nav siyasetê û karûbarên dewletê de kar dikir.

Navê rastî yê Demîrel, Samî Suleyman Gundogdu Demîrel e, sala 1924ê li gundê Îslamkoyê yê girêdayî bajarê Îsparta yê Tirkiyê ji dayîk bibû.

Demîrel, ku endazariya çêkirina avahiyan xwendibû, 7 hikûmet pêk anîbû û ji sala 1993ê heta 2000ê jî serokomarê Tirkiyê bû.

Bi heman mijarî:

`500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de