23:12 18 Tebax 2017
Zindî
    artêşa Îraqê

    Serokê Parlamentoya Iraqê: Em hêzek ji 10 hezar kesên sunnî ava dikin

    © AFP 2017/ Ali Al-Saadi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî eşkere kir ku wî bi rayedarên amerîkî re li ser pêkanîna hêzeke sunnî ya ku ji 10 hezar çekdaran pêk tê, gotûbêj kiriye.

    Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê re ragihand ku yek ji mijarên ku bi awayekî eşkere hat axaftin alîkarîkirina iraqiyan, fêrkirin û çekdarkirina hêzên iraqî bû, bi taybet xelkê wan deverên ku di bin destê DAIŞê de ne.

    Cibûrî anî ziman ku wî behsa pêkanîna hêzek ji 10 hezar kesên sunnî jî kiriye û got ku ew hêz ji milîsên eşîran pêk tê û piştî bên perwerdekirin û çekdarkirin wê di şerê DAIŞê de rola xwe bilîzin.

    Serokê Parlamentoya Iraqê ku bi xwe jî sunnî ye, li ser aliyê hiqûqî û qanûnî yê avakirina wê hêza sunnî jî got ku Qanûna Pasewanê Niştimanî gihîştiye qonaxa dengdanê. Lê hinek aliyên siyasî li ser vê qanûnê xwedan nêrînên cuda ne, lewma divê em vê mijarê bi wan re zêdetir gotûbêj bikin. Em geşbîn in ku aliyên siyasî wê girîngiyê bidin vê projeyê…

    Wisa xuya ye rayedarên NY tenê bi devkî piştgiriya xwe ji bo Selîm Cibûrî anîne ziman lê dibe ku Washingtonê soza dabe wî ku ew wê hêzên sunnî çekdarbike.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de