21:40 22 Hezîran 2017
Zindî
    Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî

    Ruhanî dixwaze Îranê dewlemend bike

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Ji bo Îranê pirsa bernameya nukleerî pirsa prestîjê ye

    Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di axaftina xwe ya di mîtînga li Bojnordê de got, ku welat wê di encamên guftûgoyên nukleerî de gelek destkeftîyan dabîn bike. Li gor gotinên wî, kesên li Îranê giringîya sepandina ambargoyan nizanin, nikarin derbarê çarenûsa welatîyan de endîşedar bibin. Îsraîl jî ji encamên guftûgoyan nehedar e û ji ``koma 5+1``ê daxwaz dike, ku belgeya encamên guftogayan imza nekin.

    Ruhanî di axaftina xwe de got ku:``Di bin serokatîya lîderê ruhanî û bi piştgirîya gelê Îranê emê welat û aborîya wê dewlemendtir bikin``. Ruhanî giringîya rabûna rageşîya bi civaka navneteweyî re destnîşan kir û got: ``Em dixwazin ku gelê me şanaz û serkeftî be. Em dixwazin ku aborîyeke aram hebe û di warê sosyal de welatî parastî bin``.

    Di wan mehên dawîyê de Ruhanî gelek hewl da, ku welatîyên ji rêzê bikşîne alîyê xwe. Ew serdana hemû parêzgehan dike û hewl dide welatîyên li hember Rojavayê bi guman qane bike. Ruhanî îda dike ku lihevkirina bi koma şeşan re wê dawî li sepandina ambargoyên navneteweyî bîne û prestîja Îranê zîyanê nabîne.

    Pêvajoya guftûgoyên di navbera Îran û ``koma şeşan`` de gereke di roja 30`ê Hezîranê de bi dawî bibin. Di nav hemû beşdarên wê pêvajoyê de tenê DYA geşbîn e û radigihîne ku pêvajo di dema hatî destnîşankirî de wê bi dawî bibe. Di wê navberê de Ruhanî tekez kir, ku destûrê nadine çavdêrên navneteweyî ku li objeyên nukleerî teftîşên berfireh pêk bînin, ku ew yek jî dikare imzakirina belgeya lihevkirinê li paş bixe.

    Dijberên guftûgoyan wisa difikirin ku Îran gelek tawîzan dide Rojavayê û bi wê yekê ve berjewendîyên welêt binpê dike. Li gor nêrîna muhafazakarên îranî, hikûmet ji ber guşarên Rojavayê gelek zêde tawîzan dide. Ruhanî jî wan îdayan rexne dike û dibêje, ku ``kesên dihesibînin ku rakirina ambargoyan ne giring e, haya wan ji cizdanên mirovên ji rêzê tune ye``. Ruhanî her weha got, ku hikûmeta wî di warê tenduristî, ewlekarîya xurdemenî û hawîrdorê de tedbîrên pêwist wergirtine û rabûna ambargoyan jî wê pêvajoyên di wan aresteyan de lezgîntir bike. 

    Ji alîyê din ve serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû jî ``koma şeşan`` bi tawîzdayînê tawanbar dike û îda dike, ku şertên lihevkirinê ji alîyê Îranê ve sazkirina çekên nukleerî re nabine asteng. Netanyahû bang li ``koma şeşan`` kir ku ji bo lihevkirinê lezê nekin.

    Eksperê ji Înstîtûya Rojhilatnasîyê ya Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Vladîmîr Sajîn destnîşan kir, ku ``Ji bo Îranê pirsa bernameya nukleerî pirsa prestîjê ye. Îranî neteweyeke serbixwe û betran e``. Li gor gotinên Sajîn, Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî ya ji alîyê Îranê ve hatî imzakirin, ji lêkolînên nukleerî û dewlemendkirina ûranyûm û plûtonê re asteng nîne. Pozîsyona Îsraîlê tê famkirin, lê Îran di çarçoveya lihevkirinên di navbera Tehran û ``koma şeşan`` de tev digere.

    İran ile nükleer müzakereler
    © REUTERS/ Brendan Smialowski

    Sajîn dihesibîne ku ``eger Îran lihevkirina Lozanê bi cih bîne, ew yek ji xebatên wê yên di warê bernameya nukleerî re nabe asteng. Lê, ji bo xebatên sazkirina çekên nukleerî wê wexteke mezin bide Îranê. Eger Îran biryara sazkirina çekên nukleerî bide, jê re 7-10 sal wext pêwist in.

    Li gor gotinên Sajîn, bi tevî hewlên mezin jî imzakirina belgeya lihevkirinê dikare roja 30`ê Hezîranê pêk neyê. Sajîn dihesibîne ku ji dîrokên sembolîk zêdetir, ji bo her zimanekê wergerandina wê tekstê giringtir e.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Etîketan:
    Rojava, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de