21:09 23 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Dijbereyên Tikriyê: Erdogan destwerdanê dike

    © AP Photo/ Murat Cetinmuhurdar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokomarê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze berî ku Serokwezîrê niha Ahmet Davûdoglu ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike, bi partiyên siyasî yên wî welatî re bicive, lê partiyên dijbereyê, Erdogan bi destwerdana di pêkanîna hikûmetê de tohmetbar dikin.

    Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP), Kemal Kiliçdaroglu derbarê daxwaza Serokomarê wî weltî Erdogan de bo hevdîtina bi partiyên siyasî re got ku `ew yek vedigere bo biryara serokatiya partiyê û ew dê biryarê bidin ka gelo bi Erdogan re bicive yan na. Ji ber wê jî ew niha nikare ti axaftinekê derbarê wê civînê de bike.`

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş jî ragihand: `serokomar desthilatê wê yekê jê re nehatiye dayîn ku, derbarê pirsa pêkanîna hikûmeta hevpeymaniyê de biaxive. Pêwîs e ew erk ji partiyên yekem û duyem re bê hîştin û ew jî gerek bi serokên partiyan re bicivin.`

    Selahedîn Demîrtaş wiha got: `gerek serokomar li cihê xwe bimîne heta ku hikûmet pêk were. Eger hikûmet di dema yasayî de pêk neyê, wê demê serokomar wê biryara hilbijartina pêşdemî bide.`

    Li aliyekî din, Serokê Partiya Netewperest a Tirk (MHP), Devlet Bahşelî wiha got: `erkê serokomar ew e ku serokê yek ji partiyên serkeftî erkdar bike, nek destwerdanê di gengeşeyên pêkanîna hikûmetê de bike, ango rêyên pêkanîna hikûmetê destnîşan bike.`

    Li gor encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) %40.87ê dengan bi dest anî û bû partiya yekem.

    Herwiha di wan hilbijartinan de CHPê %24.95ê dengan, MHPê %16.95ê dengan û HDPê jî %13.12ê dengan bi dest xistin.

    Di hilbijartinên vê carê yên Tirkiyeyê de, bo cara yekemîn partiyeke kurdî karî benda hilbijartinên Tirkiyê derbas bike û têkeve parlamentoya wî welatî de. HDPê di hilbijartinên vê carê de 80 kursiyên parlemanotyê misoger kir.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Tirkmenan derdixin, li cihê wan terorîstên PKKê bicîh dikin
    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe
    Daxuyaniya Erdogan li ser encamên hilbijartinan
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    Gelo hesabên Erdogan wê bigrin?
    Erdogan: ajansên rojava hewldidin welat lawaz û perçe bikin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Ozturk Turkdogan: Pêvajoya li Dolmabaxçeyê destpê kir, Erdogan da rawestandin
    Erdogan: Em li dijî dewleta kurdî nasekinin
    Erdogan acêze ku Pûtîn li Ermenistan di rêûrsmê bibîranînê de beşdarbû
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de