21:23 23 Adar 2017
Zindî
    Zarokê penaber yê kurd yê ji Sûriyê

    Li Iraqê `3 milyon` penaber û derbider hene

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê radighîne ku, hejmara koçber û derbideran li Iraqê bi ser 3 milyonan ketiye û bêtirî nîvê wan li herêma Kurdistanê ne.

    Wezîr destnîşan kir ku 46% ji penaberan li Herêma Kurdistanê tên hewandin û 54% li Bexda û bajarên din tên hewandin.

    Berpirsên Herêma Kurdistanê berya demekê ragihandin ku ragihandine ku, hejmara penaber û derbideran li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê gehiştiye milyonek û 800 heza kesî.

    Wezîr Îraqê diyar kir ku ji bo penaberan her sal 4 milyar dolar lazime û got ku `bêyî alîkariya NYî, zehmete  pêwîstiyên penaberan çareser bibin`.
    Her wiha, wezîr diyar kir ku kêmasiyên Wezareta Koç û Koçberan gelek e û got ji ber ku hejmara penaberan tim zêde dibe, derfetên wezaretê têrê nake.

    Wek wezîr dibêje,`heger penaber venegerin malê xwe wê demogrofiya Iraqê gelek biguhere û wiha dewam kir: `Heger di nav çend mehan de herêmên di destê DAEŞê de bên rizgarkirin, wê rewş baş bibe. Lê di dîroka dinyayê de li herêmên ku bûyerên wiha derketine ji sedî sedî xelk venegeriyane`.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de