14:22 25 Sibat 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî

    DYA 450 leşkeran dişîne Iraqê

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Sûdmendîya leşkerên amerîkî wê çiqas be wê wext nîşan bide

    DYA`yê ragihand ku ji bo şewirdarî û perwerdekirina artêşa Iraqê wê 450 leşkerên xwe bişînin. Bi wî awayî jimara leşkerên amerîkî yên li Iraqê wê bigihije 3100 kesan. Li gor daxuyanîya Mala Spî, leşkerên amerîkî wê li barêgeha Takaddûm a li herêma Ambarê alîkarîya artêşa Iraqê bikin. Lê, eksper derbarê berhemdarîya şewirdarîya amerîkîyan de bi guman in.

    Biryara Waşîngtonê ya li Iraqê zêdekirina jimara leşkerên amerîkî wê bandoreke çawa li herêmê bike? Ew biryar ji alîyê welatên cînarên Iraqê û Tirkîyeyê ve çawa hate pêşwazîkirin? Parlamenterê Partîya Komarîya Gel (CHP) Farûk Logoglû li ser wê mijarê wisa ragihand:

    “Wê geşedanê piştî hevdîtina dawîyê ya serokê DYA`yê Barak Obama û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di çapemenîyê de cih girt. Ez wisa fam dikin, ku leşkerên amerîkî yên ji bo Iraqê têne şandin, ne leşkerên ji bo şer in. Ew ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê û eşîretên sunnî têne şandin. Armanca wan ew e ku ji bilî şiîyan eşîretên sunnî jî li dijî DAÎŞ`ê şer bikin. Em ji piştgirîyê didine wê yekê, ku gereke li dijî DAÎŞ`ê şereke berfireh bête kirin. Lê, Iraq ji qonaxeke gelek dijwar re derbaz dibe. Sûdmendîya leşkerên amerîkî wê çiqas be wê wext nîşan bide”.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Iraq mezintirîn piştevanê DAIŞê ye
    Iraq- Çekdarên DAIŞê 45 leşker kuştin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    Etîketan:
    DAÎŞ, Iraq, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de