13:32 24 Hezîran 2018
Operasyona rizgarkirina Şengalê, pêşmerge êrişî çeperên DAIŞê dike.

Li Celewlayê şerê Pêşmergeyan û Heşda Şeibî ye

© REUTERS / Ari Jalal
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyan û Heşda Şeibî de derket. Wezareta Pêşmege jî li ser bûyerê daxuyanî da BasNewsê.

Demijmêr 09:00 ji sibeha îro, 13ê Hezîranê, carek din şer di navbera Pêşmergeyan û çekdarên Heşda Şeibî de li Celewlayê derket, piştî ku duh jî bibû şerê wan. Di vê derbarê de, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re ragihand ku “şerekî sivik derketiye, dê îro jî şandek ji Heşda Şeibî û şadndeke Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo çaresekirina wê arîşeyê li Celewlayê bicivin.” Li gor zanyariyên BasNewsê, çekdarên Heşda Şeibî daxwaz ji Pêşmergeyan kirine ku ji Celewlayê derbikevin, Pêşmerge jî ew daxwaz red kiriye û şer di navbera wan de derketiye. Derbarê ziyanên mirovî de, ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyekê ji polîsên Celewlayê ragihandiye ku, di şer de “5” kes hatine kuştin, lê diyar nekiriye ku ew kes ser bi kîj alî ve ne yan jî sivî in. Perpirsê Pêşmergeyên Kurdistanê li wê eniyê, Mehmûd Sengawî ji ajansa navborî re diyar kiriye ku, rewş li Celewlayê “aloz e” û got: “Ti arîşeya me ligel wan nîne, lê em êrîşa li ser xwe qebûl nakin.” Li gor Reutersê jî, Pêşmergeyên Kurdistanê dixwestin “xendeqê” di navbera Celewla û Sidiye de bikolin. Seidiye û Celewla ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê ne, ew jî ser bi parêzgeha Diyalave ne.

Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de