03:00 23 Hezîran 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    Îsraîl û tehdîda DAÎŞ`ê

    © AP Photo/ The website of Islamic State militants
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 34 0 0

    Îsraîl li herêmê hewceyê hevalbendan e û gereke biryarê bide ka wê bi kê re hevkarîyê bike

    Hêj demek berî niha bi tevî li Golanê peydabûna cîhadîyan jî ew pirs dihate gotûbêjkirin: gelo DAÎŞ ji bo Îsraîlê tehdîde? Niha êdî li Xazeyê layengirên DAÎŞ`ê peyda bûne û bi tevî nerazîbûna HEMAS`ê jî dixwazin êrişê li Îsraîlê bikin. Gelo Îsraîl wê şerê DAÎŞ`ê bike?

    Koma terorîst a nû ``Sheikh Amir Hadad Brîgades`` ya xwe wek beşa DAÎŞ`ê nîşan dide, roja çarşemê ji Xezzayê xaka Îsraîlê gulebaran kir û ragihand, ku bi tevî dijderketina Hemas`ê jî çalakîyên xwe wê berdewam bike. Roja pêncşemê balafirên Îsraîlê li 3 hedefên li Xazeyê xistin. Lê, koma terorîst a nû bersîva wan êrişan neda. DAÎŞ hewl dide enîya li dijî Îsraîlê saz bike. Lê, ji bo dabînkirina wê yekê gereke astengîya Hemasê derbaz bike. Hemasê li hember ûltîmatomên DAÎŞ`ê, mala lîderê beşa DAÎŞ`ê ya li Xezayê dorpêç kir û wî jî ku teslîm nebe xwe teqand. Niha ne Hemas û ne jî Îsraîl naxwazin bi hev re şer bikin. Lê, komên ku xwe wek perçeyên DAÎŞ`ê dibînin, hewl didin aştîya hesas a di navbera Hemas û Îsraîlê de têk bibin.

    Eksperê Navenda Lêkolînên Starejîk Begîn-Sadat`ê Prof. Eytan Cîlboa li ser pirsa ``Radyo Spûtnîk``ê ya derbarê tehdîda DAÎŞ`ê a li ser Îsraîlê got, ku niha tehdîdeke wisa tune ye, lê di pêşerojê de dikare derkeve holê:

    "Niha ji alîyê DAÎŞ`ê ve li ser Îsraîlê tehdîd tune ne. Hinek komên îslamî yên li girên Golanê tev digerin hene. Niha li nêzê sînorên me ne, lê di navbera xwe de şer dikin. Lê, eger yek ji wan koman yên din têk bibe û bi ser keve, wê demê dikare berê xwe bide Îsraîlê. Îsraîl niha ji ber rewşa li Ûrdinê û çalakbûna komên îslamî yên li Sînayê gelek endîşedar e. Ew komên girêdayî DAÎŞ`ê ne û li ser bajarê başûrê Îsraîlê Eylatê metirsîyên cidî saz dikin. Niha artêşa Misirê bi wan re şer dike û hewl dide ku aramîya li Sîneyê dabîn bike. Lê, di pêşerojê de hebûna wan koman dikare tehdîdên ciddî çêbikin".

    Eger leza belavbûna DAÎŞ`ê ya li Rojhilata Navîn bête berbiçavkirin, Îsraîl di demeke nêz de dikare li ser sînorên xwe rast bi tehdîda DAÎŞ`ê were. Paradoks e, lê berxwedena Beşar Esad ll kêrî Îsraîlê tê. Ew jî piştgirîyê ji Îran û Hizbûllahê distîne. Îro êdî şer li nêzê sînorên Îsraîlê bûye. Wateya wê jî ew e, ku Îsraîl li herêmê hewceyê hevalbendan e û gereke biryarê bide ka wê bi kê re hevkarîyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Şerê îroyîn a li dijî DAÎŞ`ê — riyeke dûr û bê hedef e
    Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Etîketan:
    Îsraîl, DAÎŞ, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de