19:13 19 Mijdar 2017
Zindî
    Tarık Aziz

    Cenazeyê Tariq Ezîz hat dîtin

    © AP Photo/ Samir Mezban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Piştî ku şeva borî, cenazeyê cîgirê berê yê serokwezîrên Iraqê, Tariq Ezîz li balafirgeha Bexdayê hatibû revandin, cenaze ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hat dîtin û ji bo paytexta Urdinê, Emanê hat veguhestin.

    Keça Tariq Ezîz, Zeyneb di daxuyaniyekê de ragihand: `cenazeyê bavê min çend saetan li balafirgeha Bexdayê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatibû revandin.`

    Zeyneb wiha got: `dayika min ku li Iraqê ye, ew derbarê revandina cezane de agehdar kiribûn.`

    Parêzerê Tariq Ezîz jî diyar kir ku piştî çend saetan ji revandinê, polîsê Iraqê cenaze dîtin û ber bi Emanê hat veguhestin.

    Heta niha nediyar e ka cenaze ji aliyê kê ve hatibû revandin.

    Li gorî agahiyan, hikûmeta Iraqê li ser veguhestina termê Tariq Ezîz bo Urdinê razî bûye, lê bi wê mercê ku nabe malbata wî merasîmekê jê re çêbikin, ku dibê ji balafirgehê rasterast cenazeyê wî bibin goristanê û wî veşêrin, da ku alîgirên partiya Baesê li dora wî kom nebin.

    Tariq Ezîz, navê wî Mîxaîl Yuhena bû, sala 1936an li bajarê Mûsilê jidayik bibû û ew bi tenê berpirsê rêjîma Iraqê yê xristiyan bû.

    Sala 1991, di serdema şerê Kendavê de, bû wezîrê derve yê Iraqê, herwiha demekê berdevkê fermî yê hikûmetê bû. Piştî girtina bajarê Bexdayê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, Tariq Ezîz xwe teslîmî wan kir û ji wê demê heta hefteya borî di zindanê de bû. Hefteya borî di zindana Nasiriye ya başûrê Iraqê de mir.


    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de