05:09 26 Nîsan 2017
Zindî
    Selahettin Demirtaş

    Demîrtaş: Tenê Ocalan dikare banga çekdanînê li PKKê bike

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3801

    Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, îro beriya ku tevlî civîna partiya xwe bibe li ber avahiya navenda giştî ya HDPê bersiva pirsên rojnamevanan da.

    Selahedîn Demîrtaş li ser avakirina hikûmeta nû got ku ew bi AKPê re nabin şirîkê hikûmetê, lê deriyê wan ji bo partî û bijardeyên din vekirî ye.

    Demîrtaş li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û got ku HDP, mîna her car, alîgira domkirina pêvajoyê û bicîhanîna erkên xwe di vî warî de ye, her wiha amade ye hewlên zêdetir jî jibo vê pirsê bide.

    Hevserokê HDPê di bersiva serokwezîr Davûtoglu de jî ku gotibû bila HDP bang li PKKê bike çekan deynin, got ku tenê rêberê PKKê Abdullah Ocalan dikare vê yekê bike, ew jî li Îmraliyê ye. Heger dixwazin bila rê bidin emê sibê herin Îmraliyê.

    Selahedîn Demîrtaş her wiha destnîşan kir ku HDP ne ji kerba Erdogan li dijî sîstema serokatiyê ye, çimkî ti dijminahiya wan bi Erdogan re tine.

    Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku roja 7ê vê mehê hatin kirin, HDPê %13.1ê dengan bidest anî û derbasî parlamentoyê bû. Lê AKPê nekarî dengên pêwîst ji bo pêkanîna hikûmetê bidest bîne lewma hikûmeta nû ya Tirkiyê divê hikûmetek hevpeymanî be.

    Li gorî qanûnên Tirkiyê, heger hikûmet nehat avakirin wê çaxê hilbijartin dê were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    TIrkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de