15:21 23 Adar 2017
Zindî
    Recep Tayîp Erdogan

    Erdogan: Tirkmenan derdixin, li cihê wan terorîstên PKKê bicîh dikin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, ku ji roja hilbijartinên giştî ve heta îro derneketibû derve, îro derket pêşberî raya giştî û li ser hilbijartinên giştî yên Tirkiyê axivî.

    Erdogan diyar kir ku divê her kes hurmeta encamên hilbijartinan bigire, çimkî tişta ku derketiye holê îradeya gel e.

    Serokomarê Tirkiyê bang li partiyên siyasî jî kir ku di demek herî kurt de hikûmeta nû pêk bînin û got ku rast e li gor encamên hilbijartinan ti partiyek nikare bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne, lê ev nayê wê wateyê ku welat bê hikûmet bimîne, ji ber wê jî divê pir zû hikûmet were pêkanîn.

    Erdogan li medyaya cîhanê jî hêrs bû û got ku ew tiştên ku medyaya cîhanê li ser min dibêjin û dinivîsin, kirêt in.

    Serokomarê Tirkiyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî bi wê yekê tohmetbar kir ku YPGê li dever û gundên tirkmen û erebên herêma Til Ebyedê ya Sûriyê bicîh dikin û wiha axivî: `Bi balafiran li tirkmen û erebên Til Ebyedê didin û li cihê wan rêxistinên terorîstî yên PKK û PYDê bicîh dikin. Ma emê çawa bi erênî li vê binêrin? Emê çawa bi vê rojavayê re semîmî bin?`

    Li gorî agahiyên Erdogan, heta niha nêzîkî 15 hezar penaberên tirkmen û erebên Til Ebyedê ji ber şer derbasî Tirkiyê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe
    Daxuyaniya Erdogan li ser encamên hilbijartinan
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    Gelo hesabên Erdogan wê bigrin?
    Erdogan: ajansên rojava hewldidin welat lawaz û perçe bikin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Ozturk Turkdogan: Pêvajoya li Dolmabaxçeyê destpê kir, Erdogan da rawestandin
    Erdogan: Em li dijî dewleta kurdî nasekinin
    Erdogan acêze ku Pûtîn li Ermenistan di rêûrsmê bibîranînê de beşdarbû
    Etîketan:
    TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de