19:59 21 Sibat 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Emê pirsgirêkan bi hişmendiyek hevpar çareser bikin

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje ji bo ku sozên dayîn pêk bînin, ewê li gel endamên partiya xwe bi hişmendiyek hevpar çareseriya bibînin.

    Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê di medyaya civakî de derbarê nîqaşên avakirina hikûmeta hevpeymanî de daxuyaniyek da. Kemal Kiliçdaroglu wiha got:

    `Bila hemû kes bizane ji bo ku sozên me dayîn em pêk bînin, emê li ser bingehên xwe di nava partiya xwe de bi hişmendiyek hevpar çareseriya bibînin. Armanca me ya yekemîn ew e ku em welatê xwe ji nava pirsgirêkan xilas bikin. Bila ti kes gumanan neke, em bi hemû hêza xwe ji bo vê yekê dixebitin.`

    Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku roja 7ê vê mehê hatin kirin, CHPê % 24.95ê dengan bidest anibû. Lê AKPê nikarîbû dengên pêwîst ji bo pêkanîna hikûmetê bidest bîne, lewma hikûmeta nû ya Tirkiyê divê hikûmetek hevpeymanî be.

    Li gorî qanûnên Tirkiyê, heger hikûmet nehat avakirin wê çaxê hilbijartin wê were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de