20:49 18 Mijdar 2017
Zindî
    Şîmon Peres

    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye

    © Sputnik/ Igor Yakunin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokê berê yê Îsraîlê Şîmon Peres derbarê encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ragihand ku encam bi dilê me bûn û him ji Rojhilata Navîn û him jî ji Îsraîlê re erênî bûn.

    Serokê berê yê Îsraîlê di konfransa bi navê `Îsraîl di Rojhilata Navîn de` ku li bajarê Hirtsîliya yê wî welatî hatibû lidarxistin, derbarê hilbijartinên Tirkiyê de axivî û got: `ewa ku li Tirkiyê qewimî bi dilê me bû. Erdogan dixwast wek Îranê li Tirkiyê bike, lê di Rojhilata Navîn de cihê du dewletên wek Îranê çênabe.`

    Peres wiha domand: `Erdogan dixwast bibe serokekî bihêz, lê hilbijartinan rê li ber wî girt. Ew encam ji Rojhilata Navîn û ji Îsraîlê re gellek êrênî bû.`

    Ji aliyekê din ve berdevka wezareta derve ya Îranê Meryem Efxem derbarê hilbijartinên Tirkiyê de helwetsa Îranê aşkere kir û ragihand: `Tehran hêvî dike ku ew hilbijartin bibe sedema aştî û tenahiyê li navçeyê.`

    Her wiha, Efxem got ku `Îran dostê Tirkiyê ye û giringiyê bi hilbijartinên wî welatî dide û hêvî dike ku ew hilbijartin bibe sedema pêşketin û xweşderbaskirina xelkê Tirkiyê.`


    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    Israyl, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de