18:37 24 Gulan 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    DAIŞê li Lîbyayê 'Mûsilek' girt

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Çekdarên DAIŞê tevahiya bajarê Sêrtê yê Lîbyayê kontrol kirin.

    Li gor nûçeya France Pressê, DAIŞê di daxuyaniyekê de ku li ser internetê belav kiriye, ragihandiye ku çekdarên wê tevahiya bajarê Sêrtê yê Lîbyayê kontrolkirne.

    Bajarê Sêrtê li rojhilatê Lîbyayê ye û bi qasî 450 km dûrî rojhilatê paytexta vî welatî-Terablusê ye.

    Berî ku çekdarên DAIŞê wî bajarî kontrol bikin, bajar di jêr kontrola milîsên bi navê Fecir Lîbî de bû. Rêxistina Fecir Lîbî yek ji wan komên çekdar in ku Tirablus di destê wan de ye.

    Piştî ku DAIŞê dest danî ser bajarê Sêrtê, hikûmeta Lîbyayê daxawz ji civaka navdewletî kir jibo alîkariya wê di rûbirûbûna çekdarên DAÎŞê de bike.

    Hikûmeta Lîbyayê herwiha derbarê kontrolkirina bîrên petrolê yên li nêzîkî bajarê Sêrtê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve jî hişyarî da.

    Rêxistina DAIŞê sala borî beşek ji parêzgeha Sêrtê dagîr kiribû û binkeya sereke ya xwe li bajarê Elnofiliye bicih kiribû.

    Rayedarên Tirablusê dibêjin, çekdarên DAIŞê û alîgirên serokê berê yê wî welatî Muamer Qezafî bi hev re tifaq kirine.


    Bi heman mijarî:

    Amerîka zanyariyên derbarê binyada DAÎŞ wergirt
    Şerê îroyîn a li dijî DAÎŞ`ê — riyeke dûr û bê hedef e
    Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Lîbya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de