04:02 28 Gulan 2018
artêşa Îraqê

Amerîka dixwaze hêzek zêdetir bişîne Iraqê

© AFP 2018 / Ali Al-Saadi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor ragihandinan, Amerîka xwe amade dike jibo 500 serbaz û pisporên leşkerî yên din bişîne Iraqê da ku şerê DAÎŞê bikin.

Berdevkê Encumena Asayişa Amerîkayê Aleister Baskey ji France Pressê re ragihand: `em niha bijardeyên cur bi cur ji bo rahênan û çekdarkirina hêzên ewlehî yên Iraqê dinirxînin.`

Her wiha Baskey ragihand ku  yek ji wan bijardeyên berdest, şandina hejmarek zêde ya şêwirmendên serbazî yên amerîkî bo Iraqê ye.

Tê ragihandin ku derdora 500 serbaz û pisporên leşkerî yên Amerîkayê wê derbasî Iraqê bibin.

Di dema ku DAIŞê di yekemîn salvegera damezrandina dewleta xwe de, li çend navçeyên girîng ên li Iraq û Sûriyê pêşde diçe, Amerîka hêzek zêdetir dişîne Îraqê.

Çekdarên DAIŞê di meha borî de bajarê Rumadî, navenda îdarî ya parêzgeha Enbarê kontrol kirin. Her wiha, vê rêxistinê di heyamên vê dawiyê de dest bi ser çend xalên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê de jî girtin. Ji bilî wê, di van demên dawî de, çekdarên DAÎŞê li Sûriyê bajarê Tedmurê jî kontrolkirin.

Li gor agahiyan, niha 3 hezar şwirmend û rahênerên serbazî yên amerîkî li Iraqê hene ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya hêzên Iraqê dikin.


Bi heman mijarî:

Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
Etîketan:
Îraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de