13:53 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Civîna opozisyonerên Sûriyê ligel sekretêrê giştî yê Kombesta Welatên Erebî

    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Kongreya Qahîre ya dijbereya Sûriyê ku duh bi gotara Wezîrê Derve yê Misrê, Samih Şikrî û Sekreterê Komkara Erebî Nebîl Erebî destpêkiribû, îro jî bi amadebûna nûnerên kurdan berdewam dike.

    Li gor zaniyariyan, di kongreyê de zêdetirî 200 kesayetiyên dijbereya Sûriyê beşdar in, di nava wan de çend kesayetiyên kurd jî hene.

    Di kongreyê de nûnerên PYDê, YPGê, rêveberiya xweseriyê û çend sekretêrên hin partiyên di nav Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û yên ku tevlî rêveberiya xweseriyê jî bûne ligel hin sekreterên hin partiyên ku li dervey herdu aliyan jî beşdar in.

    Kordînatorê Giştî yê Desteya Hemahengiyê ya Dijbereya Sûriyê, Hesen Ebdilezîm derbarê kongreyê de ragihand: `wê çend peymanname ji kongreyê derkevin ku yek ji wan nêrîna çareseriya siyasî ye.`Hesen Ebdilezîm wiha got: `mercê derketina Esed ji desthilatê ji aliyê hin aliyan ve hatiye pêşkêşkirin û ev merc di naveroka daxuyanuya Cenêvê de tine ye.`Di baweriya Ebdilezîm de, ji ber wî mercî şerê çekdarî heta niha berdewam dike.

    Hat gotin ku komîteya amadekar projeyek bi navê Peyamana Niştimanî pêşkêşî endamên kongreya Qahîre kiriye û komîteyek ji bo serastkirina wê projeyê hatiye avakirin.

    Endamê Desteya Giştî di Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê, Hewas Xelîl ji Rûdawê re ragihandibû ku Îtîlaf li kongreya Qahîreyê amade nabe, lê tenê kesayetiyên endam di Îtîalfê de bi navê xwe beşdar dibin.

    Bi heman mijarî:

    Qelab: Pêwîst e kurdên Rojava mîna Başûr dewleta xwe avabikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de