08:26 30 Gulan 2017
Zindî
    Rewşa li Sûriyê

    Êrişa Sûriyê bo ser Idlibê; bi dehan kes hatin kûştin

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 411

    Balafirên artêşa Sûriyê îro bajarokê Candoiye li parêzgeha Idlib a li bakur rojavayê wî welatî bombebaran kirin û di encam de zêdetirî 60 kes hatin kuştin û bêtirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

    Peyvdarê Artêşa Azad a Sûriyê Mistefa Ferhat îro, roja dûşemê ji Rûdawê re ragiahnd ku `balafirên şer ên rejîma Sûriyê di du êrişan de, qada giştî ya li bajarokê Canodiye li nêzîkî Cisir Şixûr a li parêzgeha Idlibê bombebarankirin.`

    Wek rayedarê artêşa azad dibêje, `li gor agahiyên destpêkê di wan êrişan de zêdetirî 60 kesan hatin kuştin û 200 kesên din jî birîndar bûn`.

    Peyvdarê Artêşa Azad a Sûriyê herwiha tekez kir ku `balafirên artêşa Sûriyê bi gaza Kolorê navçeyên derdora parêzgeha Idlibê bombebaran kirin û li ser bombebarana deverê bi wê gaze berdewam in.`

    Her wiha,  Mistefa Ferhat got ku `balafirên rejîmê bermîlên tije gaza Kolorê bi ser bajarokê Kensifre dihavêjin û ji ber bombebarana bi gaza Kilorê çend kes fetisîn.`

    Roja çarşemiya borî 3ê Hezîranê encumena asayişa navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve derbarê pêşniyarek Amerîkayê de gotûbêj kir. Li gor wê pêşniyara Amerîkayê, gerek lêkolînek navdewletî bi wan alî û kesan re bê kirin ku di şerê navxwe yê Sûriyê de gaza Kolor bi kar anîne.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Sûriyê- Hejmara kuştiyên meha Gulanê
    Opozisyonerê Sûriyê: civîna Astanê ji hevdîtinên din re ne alternative e
    Nebi: Opozisyona Sûriyê li Astanê derbarê çend prensîpan lihevkirin
    Rûsya amadeye sêyemîn civîna aliyên Sûriyê lidarxe
    NY: Gelê Sûriyê bê hêvî bûye
    Fransa hişyariyê ji parçebûna Sûriyê û Iraqê dide
    `Nîvê axa Sûriyê di dest DAIŞê de ye`
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Amerîka û Rûsya ji bo krîza Sûriyê dicivin
    Obama: Emê sînorekî ji kilora Sûriyê re deynin
    35 çekdarên Hizbulla li Sûriyê hatin kuştin
    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de