04:58 28 Hezîran 2017
Zindî
    Mîtinga jibo piştgirtiya HDP

    Kesê ku mîtînga HDPê teqand, çekdarê DAIŞê ye

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Tê gotin, ew kesê ku ji ber teqînên vê dawiyê yên Amedê hatibû girtin, `çekdarê DAIŞê` ye.

    Roja 5ê vê mehê di mîtînga HDPê ya Amedê de du teqîn çêbûn. Di encamê wan teqînan de heta niha 3 kes mirine û bi sedan kes jî birîndar bûn.

    Roja 7ê Hezîranê, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu eşkere kiribû ku kesek ji ber teqînên Amedê hatiye girtin.

    Li gorî rojnameya Zaman a Tirkiyê, ew kesê ku hatiye girtin çekdarê DAIŞê û navê wî jî Orhan G. ye.

    Di nûçeyê de hatiye gotin ku Orhan G. xelkê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye û heyamek e li Sûriyê tevlî DAIŞê bûye, roja 2ê Hezîranê ji Sûriyê vegeriyaye Tirkiyê ji bo ku mîtînga HDPê biteqîne.

    Li gorî agahiyên wê rojnameyê, wî tohmetbarê teqînê, dema dîtiye polîs ti kesî teftîş nake bi bombeyan ve derbasî cihê mîtîngê bûye û bi kesekî destfroş re mijûlî suhbetê bûye, paşê bombeyên xwe daye wî û jê re gotiye, `di nav wan  poşêtan de madeyên hişber hene li wan miqat be heta ez têm…`

    Her wiha hat gotin ku Orhan G. piştî teqînê xwestiye dîsa vegere Sûriyê, lê li bajarê Dîlokê di malekê de hatiye girtin.

    Ev agahî heta niha bi fermî nehatine piştrastkirin.

    Bi heman mijarî:

    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Etîketan:
    TIrkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de