07:46 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davudoglu

    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu, ji bo pêkanîna hikûmeta nû wê îstifanameya xwe ji Serokomar Erdogan re pêşkêşbike.

    Li gorî medyaya Tirkiyê, Serokwezîrê welêt Ahmet Davûtoglu wê îro saet 17:00 li Koşka AK Sarayê bi Serokomar Erdogan re hevdîtin bike.

    Davûtoglu di vê hevdîtinê de ji bo pêkanîna hikûmeta nû wê îstifanameya xwe radestî Erdogan bike, paşê Erdogan jî wê partiya ku di hilbijartinên giştî de ji partiyên din zêdetir deng aniye ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike.

    Lê heta encamên hilbijartinan bi fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve neyên ragihandin, hikûmeta nû nayê avakirin, lewma hikûmeta niha wê li ser karê xwe bimîne.

    Tê zanîn, li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Tirkiyê, AKP ji hemû partiyan zêdetir deng aniye, lê bi tena serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de