14:19 25 Sibat 2017
Zindî
    Mûsil

    DAIŞ dixwaze salvegera girtina Mûsilê ‘pîroz’ bike

    © AFP 2016/ MARWAN IBRAHIM
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Salek bi ser girtina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve derbas bû. Li gor gotinan, DAIŞ dixwaze salvegera girtina Mûsilê “pîroz bike!”

    Par 10ê Hezîranê bajarê Mûsilê ji aliyê  çekdarên DAIŞê ve hat kontrolkirin. Tev ku  hêzek mezin a artêşa Iraqê li Mûsilê hebû jî, lê leşkerên iraqî nikarîbûn li ber xwe bidin û ji bajêr reviyan.

    Mûsil navenda parêzgeha Neynewayê ye û duyemîn parêzgeha Iraqê ye. Nifûsa Neynewayê milyonek û 900 hezar e. Li wê devera Iraqê kurd, ereb, mesîhî û tirkmen dijîn.

    Ji ber ku Mûsil li ser sînorê Sûriyê ye, çekdarên DAIŞê bi hêsanî dikarin ji Iraqê derbasî Sûriyê û ji wir jî derbasî Iraqê bibin. Li gorî pisporên leşkerî, li Iraqê Mûsil û li Sûriyê jî bajarê Reqa ji bo DAIŞê pir girîng in.

    Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî li derdora Mûsilê li eniyên Guwêr, Qereqoş, Bertele, Başîk û Tilkêfê çeper vedane lê çepera herî nêzîk a Pêşmerge li Wankê ye ku tenê 15 km dûrî bajarê Mûsilê ye û di navbera wan û çekdarên DAIŞê de tenê çend km heye.

    Li gorî ku tê gotin, DAIŞê roja girtina Mûsilê wek roja “Yewm el Fetih” (roja fethê) bi nav kiriye û dixwaze wê rojê pîroz bike!

    Pispor dibêjin, piştî ku DAIŞê bajarê Mûsilê girt desthilata Iraqê bû sê parçe: Kurdistan, Bexda û DAIŞ.

    Bi heman mijarî:

    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de