15:18 23 Adar 2017
Zindî
    Firokên hêza hevpeymaniya dijî DAÎŞ

    Şerê îroyîn a li dijî DAÎŞ`ê riyeke dûr û hedef e

    © BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 17 0 0

    Gengeşiyên wezîrên karên derve yên Hevpeymanaiya Navneteweyî yên li ser rewşa şerê dijî DAÎŞ`ê diyar dike, ku heta di wê rewşê de ku Bexda û Şam ketin bin metirsiyê, di nava wan de yekîtîyek ji bo stratejiya giştî ya şer tune.

    Di şerê li dijî DAÎŞ`ê de hedefên beşdarên hevpeymaniyê ji hev cudatir in.  Erebistana Suûdî û dewletên din ên Kendava Farsî  herî zêde bi hevrikiya herêmî ya stratejîk a bi Îranê re mijûl in û li gor nêrîn wan, DAÎŞ ne metirsiyeke serekî ya herêmî ye. 

    Hevpeymaniya navneteweyî jî nikare hedefeke misoger a tunekirina DAÎŞ`ê dayne, ji ber ku hêj zelal nîne, ka kî wê erdên sunniyan ên li Sûriye û Îraqê kontrol bike. Herçend aşkere ye ku divê hêza han, sunniyên ji eşîrên ereb ên herêmê bin. Lê bo nimûne, beşdarên sunnî yên hevpeyamniyê jê nekêfxweş in ku Îran pişta hikumeta Heyder Ebadî digre. Li Sûriye jî ti namzedekî ji bo vê rolê tune. 

    Di rewşekî wisa de civîna hevpeymaniyê vedigere li gengeşyiên bê wate. Heyder Ebadî ji êrîşên hewayî yên hevpeymaniyê gazincan kir û di bersivê de jê re hat gotin, ku wî nekarî li gel erebên sunnî lihevhatineke sîyasî peyda bike. Bi taybetî John Allen got: `Li Îraqê pirsgirêkên neçareserkirî yên sosyal, aborî û dînî ji bo rêxistinên mîna DAÎŞ zemîneke guncan durist dike`. Her weha peywendiyên Bexda û Hewlêrê jî ne hatiye çareserkirin.  Rewşa Sûriyê jî hîn dijwartir e.

    Di vê mijarê de nêrîna eksperan jî, ji hev cudatir in. Profesor Eytan Gilboa nêrîna xwe weha tîne ziman:

    “Şerê li dijî DAÎŞ`ê ev êdî çend meh e ku berdewam e, lê belê encam ne serkeftî ye.  Li gorî nêrîna Amerîkayê, dewletên ereb ên endamên hevpeyamniyê zêde çalak nînin.  Lemwa jî di civînê de gihîştin wê qenaetê ku divê stratejiya şer a nû dijî DAÎŞ`ê bê sazkirin. Li ser Sûriyeyê jî di nava hevpeyamniyê de nakokî hene. DYA û hin dewletên erebî hewil didin ku hin komên opozîsyonê perwerde bikin, lê endamên din ên koalîsyonê ne li gel vê nêrînê ne”. 

    Lê nêrîna yek ji eksperên leşkerî yên Rûsyayê – Îgor Korotçenko hîn hişktir e:

    “Têkoşîna sîyasî ya li hember DAÎŞ`ê bê wate ye. Li vir tenê şêwazên leşkerî pêwîst in. Civîna wezîrên karên derve yên hevpeymaniyê, ku li hember DAÎŞ`ê hatiye lidarxistin, civîneke vala ye. Ew nikarin li ser tiştekî jî li hev bikin.  DAÎŞ – fîlen zarokê DYA, an ku encamê sîyaseta wê ya derve ye.  Lewma jî hemû berpirsiyarî li ser Waşîngtonê dimîne û divê ew hewil bide ku `cînê careke din vegerîne nav şûşê`.  Lê belê ji bo piştgirîdana Bexdayê, divê her tişt bê kirin. Rûsya ji aliya xwe ve di warê hinartina çekan de her tiştî dike, da ku rewa Îraqê aramtir bibe.  Lê careke din dibêjim, berpirsiyariya sereke ya ji ber berfirehbûna qada DAÎŞ`ê, dikeve ser Amerîkayê û divê ewê şer bike da ku DÎAŞ bide sekinandin”.

     Ji bo ku beşdarên hevpeyamniyê li ser dahatûya Rojhilata Navîn li hev bikin, demekî dirêj pêwîst e. Ev pirseke zehmet e, ji ber ku pêwîst e nêrîna hêzên nîna Rûsya, Çîn û Îranê jî bê pirsîn. Lê belê ji bo ku dewletên han jî tevli çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibin, pêwîstî bi formateke din heye. 


     

    Bi heman mijarî:

    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de