13:09 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Balafir

    Hevpeymaniya navdewletî: Mehê 1000 DAIŞ tê kuştin

    © Foto: SUKHOI COMPANY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serkirdeyekî ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê radighîne ku, her meh “bêhtir ji hezar” çekdarê wê rêxistinê tên kuştin.

    Fermandarê yekîneya ezmanî di serkirdatiya leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn de, general John Hasterman di konferensekî de ji Qeterê ragihand ku, operasyonên ezmanî bandoreke mezin li ser “dujmin” dikin. John Hasterman diyar kir ku, ji sedî “75”ê firokeyan bêyî encamdana tu derbeyekê vedigerin bingehên xwe. Navborî diyar dibe jî ku, ji ber çekdarên DAIŞê di nava xelkên sivîl de ne “armanckirina wan zehemet dibe” lê “her meh bêhtir ji hezar çekdarî tên kuştin.” Wî serkirdeyê hevpeyamniya li dijî DAIŞê aşkere kir jî ku, biryara wan li ser encamdana operasyonan “bi deqîqeyekê tê dayîb, neku nîv yan demjimêrekê.”

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de