05:00 26 Nîsan 2017
Zindî
    Kampa penaberan

    Ûrdin vedigere kapma mezin a penaberan

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 1310

    Ber bi sînorên Ûrdinê ve nêzîkbûna DAÎŞ`ê êdî welêt êdî difetisîne

    Piştî ketina Ramadîyê û ber bi Şamê ve pêşveçûna DAÎŞ`ê çarenûsa Ûrdinê di bin pirsê de maye. Desthilata Ûrdinê êdî hewl dide pêşî li herika penaberan bigire. Hejanîya li Rojhilata Navîn gihaştîye asteke wisa, ku êdî bi milyonan penaber dikarin li welatê piçûk ku piranîya wê çol e, cih bibin. Di rewşeke wisa de Ûrdin jî wê çarenûsa Sûrîyeyê parve bike.

    Li Ûrdinê niha li dora 680 hezar penaberên ji Sûrîyeyê yên ji alîyê NY ve hatî tomarkirin hene. Li gor daneyên hikûmeta Ûrdinê jimara penaberan li dora 1,4 milyon kesan e. Ji bilî penaberên Sûrîyeyê, bi dehan hezaran penaberên iraqî û bi hezaran penaberên dema şerê duyemîn ên kendavê hene. Ji bilî wan, li Ûrdinê her weha 2,8 milyon filîstînî dijîn, ku li dora ji % 60 gelheya Ûrdinê pêk tînin. Di encamê de derdikeve holê, ku ji % 70 niştecîyên welêt ji bîyanîyan pêk tên. Gelek ji wan bi salanên li Ûrdinê dijîn û ji gelek mafan bêpar in. Alîkarîya NY û dewletên ereb têra penaberan nake. Ûrdin niha êdî hewl dide pêşî li herika penaberan bigire û ew yek jî dikare bibe sedemê karesateke mezin. Penaber problema sereke ya Ûrdinê ne û bandorê li hemû alîyên jîyana li wî welatî dikin. Eger wisa berdewam bike, qralê ûrdinê wê piştî demekê bibe şerîfê kampa mezin a penaberan.

    Penaberên ji Sûrîyeyê li bajarên Amman, Îrbîd, Mafrak û gelek navçe û gundan bi cih bûne. Ji ber zêdebûna penaberan welatîyên Ûrdinê di peydakirina xebatê de gelek zehmetîyan dikşînin. Hikûmet ji bo pêşîlêgirtina wê yekê, penaberan li kampan kom dike. Penaber êdî çalakîyên protestoyan pêk tînin û ew êdî ji çalakîyê derdikevin vedigerine serhildanê. Di nav penaberan de êdî pirsa cîhadîyê jî tê nîqaşkirin. DAÎŞ nîyeta xwe ya dagirkirina Ûrdinê venaşêre û bi ihtimaleke mezin wê penaberên bêçare jî bikar bîne.  Ûrdin di nav koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ`ê de cih digire û piştî îdamkirina pîlotê ûrdinî, bi awayeke çalak pozîsyonên DAÎŞ`ê bombebaran kirin. Ber bi sînorên Ûrdinê ve nêzîkbûna DAÎŞ`ê welêt êdî difetisîne. DAÎŞ`ê têkilîyên di navbera Iraq û Ûrdinê êdî qut kirine. Ji ber wê yekê jî Ûrdin di warê aborîyê de jî zîyaneke mezin dibîne. Di wê rewşê de li Ûrdinê her demekê dikare serhildan rû bidin. Eger tiştek wisa pêk were, pêşîlêgirtin wê ne pêkan be.

    Eksperê îsraîlî yê ji Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn-Sadat`ê Prof. Eytan Cîlboa di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Yek ji bajarên mezin ê li ser sînorê Ûrdin û Sûrîyeyê îro vegerîyaye bajarê ji konan ê penaberan. Penaber yek ji probleman e. Problema din jî ew e ku di nav penaberan de kesên bi DAÎŞ`ê ve girêdayî jî derbazî Ûrdinê dibin. Ew element ji bo destabîlîzekirina qralîyetê ber bi Ûrdinê ve têne şandin. Ûrdin hem li Rojhilata Navîn û hem jî li derveyê wê li alîkarîyan digere. DYA heta astekê alîkarîyê dike, lê ew alîkarîyeke ne bes e. Ez wisa difikirim, ku Ûrdin xwedî hêzeke leşkerî a xurt e û dikare ber xwe bide, lê dîsa jî jê re alîkarî pêwist e”.

    Rewşa li Ûrdinê êdî tê guhertin. Piştî li Iraqê hilweşandina rejîma Saddam Husên, di sala 2003`yan de welatîyên Ûrdinê penaberên ji Iraqê bi dilgermî pêşwazî dikirin. Lê, niha jimara penaberan ewqas zêde bûye û ewqas zêde bandorê li jîyana welêt dike, her dem karesateke sosyal dikare rû bide. Eger Şam bikeve, herika herî mezin a penaberên wê berê xwe bide Ûrdinê. Ew tehdîdeke mezin e û Ûrdin bi serê xwe nikare di bin de rabe.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    Etîketan:
    Penaber, Rojhilata Navîn, Ûrdin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de